Demirtaş: Bêyî Kurd û çepgiran demokrasî ava nabe

17-10-2021
RÛDAW
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Kurd Çepgir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş, bang li aliyên siyasî yên çep kir ku helwêsteke hevbeş werbigrin û got: “Di serî de aliyên çep ên di nav CHP û HDPê de roleke girîng dikeve ser TÎP, EMEP, Partiya Çep û KSPê.”

Selahattin Demirtaş, derbarê pirtûka xwe ya nû “Efsun” de ji medya Tirkiyê re axifî û got: “Ez xwe ji aliyê siyasî ve bi tenê hest nakim. Min di 5 salên di girtîgehê de ji aliyê siyasî ve xwe gelek qelebalix dît. Lê wek mirov, carna min xwe bi tenê hest kir. Ew gelek caran tenêtiya ji ber nehatim fêmkirin bû. Niha jî car car ev hest li ba min çêdibe.”

Demirtaş got: “Li Tirkiyê bêyî Kurd û çepgiran demokrasî nayê avakirin. Bila kesek kesekî nexapîne, demokrasî ew rêbaz e ku; herkes xwediyê derfetên tekoşîna yeksan be. Eger hûn ji Kurd û çepgiran re rêya desthilatê, siyasetê, brokrasiyê û qada sîvîl bigrin navê wê sîstema bê avakirin nabe demokrasî. Herî zêde dê bingeha otorîterîzma rastgiran bê avakirin.”

Demirtaş herwiha got jî: “Pêwîst e aliyên çep bên ba hev û helwêsteke hevbeş werbigrin û wiha bikin raya giştî lê xwedî derkeve û paşê jî ji bo prensîbên xwe bi berbijêrên hevpeymanî û serokkomariyê bidin qebûlkirin, hewl bidin. Di serî de aliyên çep ên di nav CHP û HDPê de roleke girîng dikeve ser TÎP, EMEP, Partiya Çep û KSPê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst