Bandora ketina Kerkûkê li ser kurdên Stenbolê
Stenbol (Rûdaw) - Erîşa Heşda Şeibî û arteşa Iraqê ya li hemberî Kurdistanê, kurdên her çar perçeyan xist binê şok û atmosfêrek xirab. Ji dest çûna Kerkûk û çend navçeyên din û tiştên ku li sengeran qewimîn li ser derûniya kurdên Stenbolê jî bûye cihê şîn û azarê. Xelk bi awayekî stû xwar li jiyanê berdewam in tekane banga wan jî yekitî û yekrêziya navxweyî ye.
Reşad Alkan xelkê Bazîdê ye. Ew 15 sal in Reşad li vî bajarî bi hêviyên serxwebûn û yekîtiyê xwe li jiyanê girêdaye. 8 birayên wî di şerê li Bakurê Kurdistanê de şehîd bûne. Wî her roj deriyê weke kesekî asayî deriyê dikana xwe vedikir û jibo debara jiyana malbata xwe dixebitî. Lê ew niha xwe weke kesekî sêwî û êtîm bi nav dike û dibêje xwezî mirin hebûya lê dîtina wan roje nebûya.
Reşad Alkan ji Rûdawê re got: “Dema me bihîst ku referandum pêk tê, em gelekî kêfxweş bûn.Çimku me got dê Kurdistan ava bibe û em hemû dibin yek û înşallah Kurdistan dê ava bibe. Xew nakeve çavên me ji bona Kerkukê. Ji ber ku Kerkûk heta niha perçeyekî Kurdistanê bû. Lê tişta kû îro çê bû gelek zehmet e.”
Partiyên ku xwe weke partiyên Kurdistanî bi nav dikin, li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê deriyên wan teva girtî ne. Lê belê HDP li ser xebata xwe ya asayî berdewam e. Di rojeva wan de jî mijara sereke, rewşa Abdullah Oclan heye. Ji ber ku hin torên civakî belav kirine ku ew hatiye kuştin. Ew, xezeba ku bi ser Başûrê Kurdistanê hatiye jî bi komploya li hemberî Ocalan ve girê didin.
Hevseroka KCDê Leyla Guven li ser vê mijarê Rûdawê re ragihand: “Tevgera Azadiya Kurdistanê tiştek gotibû. Gotibû ku ev lihevkirinek e. Ev projeyek e. Ev komployek e. Em divê li ser vê bisekinin. Belê referandum mafê gelê Başûr e. Lê belê mesele ne ev e. Hêzên navnetewî, wek Îran, wek Tirkiye wek DYA, Rûsya hatin cem hev û li hev kirin, heta Esadê ku jê re digotin qatil e, ew jî kirin nav xwe û li ser Başûrê Kurdistanê lîstok gerandin. Lîstok çi ne? Wek birêz Ocalan di zû de gotibû meseleya Rojhilata Navîn ji xwe meseleya Kerkûk û Mûsilê ye.”
Li kuçe û çayxaneyên ku ciwanên kurd bêhtir lê rûdinin jî, piraniya kursiyan vala ne. Yên ku rûniştine jî bi keser, guh û çavê wan li wan xeberanin ku ji Başûrê Kurdistanê tên.
Şevket Dogan yek ji ciwanên Kurd e ku li Stenoblê dijî. Şevket Dogan behsa hêviyên kurdan piştî rewşa dawîn li Başûrê Kurdistanê dike û dinêje: “Yên ku di dilê wan de serxwebûna Kurdistanê heye bi hêvî ne lê di aliyekî din de jî hevalên ku gelek hêviyên wan şikestine jî hene.”
Ciwanê kurd Ercan Bîlgîlî li ser rewşa dawî ya Kerkûkê û Kurdistanê ji Rûdawê re axivî û nêrîna xwe bi çend beyt ji helbesteke helbestvanê navdarê Kurdistanê Ehmedê Xanê anî ziman.
Erdan Bîlgîlî got: “Ev rêbaz Seyîd Ehmedê Xanê nîşan daye. Gotiye ‘ger me hebûya tifaqek, bikira me înqiyadek. Tekmîl dikir me dîn û dewlet, tehsîl dikir îlm û hîkmet. Hêvî dikim ev bibe bûyera dawîn a îxanetê. Bijî Kurdistan.”
Li vî aliyê jiyana kurdan tenane pirsek heye û heviya wan ew e ku ew pirs, bersiva xwe ji xofa di pişta wan de nebîne. Ango daxwaz ji xwedayê xwe dikin, ku di binê vê hemû şikestinê de, planeke mezintir ya kurdan hebe.