Li Artvînê rêyên 32 gundan hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Artvînê ya Tirkiyeyê ji ber barana zêde lehî rabû, ax herifî û rêyên 32 gundan hatin girtin.

Li Artvînê ji ber barana ku doh demjimêrên nîvro dest pê kir û heta derengê şevê berdewam kir li hinek cihan lehî rabû û li hinek cihan jî ax herifî.

Di encamê de rêyên 32 gundan hatin girtin.

Li navçeya Arhaviyê rêya 18 gundan, li Borçkayê rêyên 8 gundan û li Hopayê jî rêyên 6 gundan hatin girtin.

Her wiha ji ber bilindbûna asta ava Çemê Kapîsreyê navendeke pîşesaziyê û cihê razanê yê xwendekaran ku li kêleka çem bûn hatin valakirin.

Parêzgarê Artvînê Cengiz Unsal derbarê lehiyê got:

"Ji bo egera barîna baraneke zêdetir û lehiyê tedbîrên pêwîst hatin wergirtin û xebatên paqijkirinê tên kirin.

Her wiha ji bo parastina canê xelkê tiştê pêwîst dê were kirin.”