EDENE - 17 DAIŞî hatin desteserkirin, 12 ji wan hatin berdan

17-09-2023
Nîşan Edene DAIŞ Desteserkirin Girtin Berdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Edeneyê ya Tirkiyeyê, 17 endamên DAIŞê hatin desteserkirin.

Bi biryara dadgehê 12 ji wan hatin berdan.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku li Edeneyê di operasyonekê de 17 endamên DAIŞê hatine desteserkirin û 12 ji wan hatine berdan.

Alî Yerlîkaya di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Tîmên Şaxa Terorê ya Rêveberiya Ewlehiyê ya Edeneyê, di operasyonekê de bi ser 23 navnîşanan de girt.

Tîman 17 endamên rêxistina terorê ya DAIŞê desteser kirin. 5 ji wan hatin girtin û 12 ji wan jî bi şertên kontrola dadî hatin berdan.”

Yerlîkaya herwiha ragihand ku di operasyonê de bombeyeke destan û gelek çek hatine bidestxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst