HATAY - 100 bûk û zavayên mexdûrê erdhejê bi hev re daweta xwe kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Hatayê ya Tirkiyeyê 100 bûk û zavayên mexdûrê erdhejên 6ê Sibatê bi hev re şahiya xwe ya zewacê kir.

Piştî êşên mezin ên erdhejê dibe ku ev roja wan a herî bextewer be.

100 bûk û zavayan bi semayê dest bi merasîma zewacê kirin.

Şaredarê Reyhanliyê Mehmet Hacioglu anî ziman:

“Em hewl didin birînên erdheja ku em ji dil êşandîn bipêçin.

Di vê mijarê de yên ku bi mere bûne alîkar, ên ku bi hewara me ve gihiştin.

Herwiha yên ku di organîzekirina vî karî de keda wan heye ez bi navê welatê xwe sipasiya hemûyan dikim.”

Dawet ji aliyê Weqfa Olî ya Tirkiyeyê, Şaredariya Reyhanliyê û Weqfa Mahîrê ve hate organîzekirin.

“Em hemû di wê xemê de hevpar bûn”

Parêzgarê Hatayê Mustafa Masatli li ser dawetê got:

“Di erdhejên 6ê Sibatê de êşa me mezin bû. Ew jî qederek bû, zewaca mirovan jî qederek e.

Em hemû di wê xemê de hevpar bûn. Îro jî em bi dîtina 100 cotên bextewer kêfxweş in.”

Bûk û zavayên ku gelek xizmên xwe di erdhejên Sibatê de ji dest daye, bi vê zewacê di jiyana xwe de rûpeleke nû vedikin û ew dixwazin êdî şahî cihê êşan bigire.