Pêşangeha kelûpelên cotkaran hat vekirin: Teknolojiya nû ya çandiniyê hat nasandin

17-09-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Li Enqerê pêşangeha kelûpelên cotkaran hat vekirin
Li Enqerê pêşangeha kelûpelên cotkaran hat vekirin
Nîşan Enqere Pêşangeh Cotkar
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Li Enqereyê pêşengeheke taybet a kelûpelên cotkaran hat vekirin û tê de amûrên sektora çandiniyê yên teknolojiya nû jî cihê xwe girt.

Bihabûna sotemeniyan û xercên zêde bandoreke xirab li rewşa cotkaran dikin.

Li gorî amarên Destya Daneyan a Tirkiyeyê, ji meha tebaxa par û heta tebaxa îsal berhemên çandiniyê ji sedî 76,35 biha bûne û cotkar jî ji bo peydakirina kereste, derman û pêdiviyên erzantir berê xwe didin pêşengehan.

“Karê cotkara zehmet bûye”

Cotkar Saffet Ermen got, “Her tişt gelekî biha bûye, em nikarin bikirin, em li pêşengehê digerin lê pere nînin. Sal salê nagire. Karê cotkara zehmet e.”

Cotkar Mehmet Sabir Emre jî diyar kir ku li pêşengehê biha li gorî derve zêde ferq nake û wiha pê de çû:

“Lê ya muhîm em dikarin li vir bazariyeke baş bikin, em dikarin hinek bihayên kêmtir peyda bikin. Mazot gelekî biha ye lê pêwîst e em hinekî sebir bikin û bi hewla xwe karê xwe pêş bixin.”

Yek ji pêşengehên cotkariyê jî salane li navçeya Golbaşiyê  ya Enqereyê tê encamdan.

Pêşengeh îsal jî hat vekirin. Konsepta îsal a pêşengehê teknolojî û berhemên xwezayî ne.

Kompanya hewl didin ku teknolojiyên nû yên sektora çandiniyê bi saya pêşengehê bidin nasandin.

Cotkar Necdet Demirdag jî da got, “Mazot bûye 40 lîre, kêm ma ku em nimêjekê li ser riha gubre jî bikin, em çi bikin ?

Ez dê 40 lîreyî bidim mazotê 20 lîreyî bidim gubre û ez dê garisê xwe bi 4 lîreyan bifiroşim. Ji 6 lîreyan 2 lîre ji bo hişkirina wan diçin, îsal pancar jî nehat firotin ma ez çi bêjim.”

“Îsal pêşengeh gelekî lawaz e”

Dermanfiroş Nazîf Karaduman jî diyar ku ew cara sêyem e beşdarî pêşengehê dibin û got:

“Îsal pêşengeh gelekî lawaz e em hêvî dikin ku dawiya hefteyê hinek qelebalixî çêbe, berê ji bajarên derve jî cotkar û firoşkar beşdar dibûn. Îsal hejmar kêm e. Bala xelkê zêdetir li ser traktoran e.”

Di pêşengehê de li kêleka traktor û çeqçeqeyan, drone û çend cihazên nû yên tekonolojîk jî ku di karê çandiniyê de têne bikaranîn  cihê  xwe girt.

“Em karê 5 saetan bi dronan 20 xulekan temam dikin”

Cotkarekî din jî got, “Teknolojî dikare kar hêsanitir bike û xercan jî kêm dike. Cihê  ku traktor 5 seaten derman dike em bi dronan 20 xulekan de derman dikin xerca mazotê jî naçe û xerc kêmtir dibin.”

Pêşengeh 3 rojan vekirî ma û hejmareke kêm a bazirgan û kompanyayên biyanî jî beşdarî pêşengehê bûn.   

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst