Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê hejmara xwendekarên Sûriyeyî eşkere kir

17-09-2023
RÛDAW
Nîşan Xwendekar Sûriye Tirkiye Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê di bernameyeke televizyonî de hejmara xwendekarên Sûriyeyî yên ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dixwînin eşkere kir.

Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê Yusuf Tekîn doh di bernameyeke televizyonî de li ser xwendekarên biyanî yên ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dixwînin axivî.

Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê Yusuf Tekîn got:

“Dibistanên me yên ku tenê xwendekarên biyanî lê dixwînin hene.

Niha li dibistanên ku tenê kesên biyanî lê dixwînin, 23 hezar xwendekarên Sûriyeyî hene.

Li van dibistanan em xwendekarên Sûriyeyî jî di vê kategoriyê de dinirxînin.”

“790 hezar xwendekar Sûriyeyî ne”

Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê Yusuf Tekîn herwiha anî ziman:

“Carinan hinek kes hene agahiyên şaş didin raya giştî.

Li gor amarên me yên fermî li Tirkiyeyê 977 hezar xwendekarên biyanî hene, ji vê hejmarê 790 hezar xwendekar Sûriyeyî ne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst