Serokê DPê: Di navbera Ocalan û Erdogan de tifaq heye

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Demokrat (DP) Gultekîn Uysal têkildarî rexneyên li maseya 6 alîyan tê kirin got, "Li Tirkiyeyê eger kesek bixwaze behsa têkiliya bi PKKê re bike, tifaqa Ocalan û Erdogan heye."

Serokê Giştî yê DPê Gultekîn Uysal ku bi CHP, ÎYÎ Partî, Partiya DEVAî, Partiya Pêşerojê û Partiya Saedê re maseya 6an ava kirine, pirsên nivîskarê Yenîçagê Orhan Uguroglû bersivand.

Gultekîn Uysal axaftinên li ser "hevkariya bi HDPê re" nirxand û got, "Divê zanibin ku maseya 6 partiyan nahilşe û dê neyê hilweşandin. HDPê ji xwe rêya xwe diyar kiriye û tifaqa sêyemîn ava dike.”

Uysal herwiha got: “Masayê 6 alî tenê ji 6 partiyên siyasî pêk tê. Li Tirkiyeyê eger kesek bixwaze behsa têkiliya bi PKKê re bike tifaqa Ocalan û Erdogan heye. Tenê mafê Erdogan heye ku bi PKKê re hevkariyê bike, lê ji ber ku gotinên wî kêm bûn, me di çapemeniyê de çend rojî dît ku wî fermanên wiha dane xebatkarên partiyê; 'Li ser sûcdarkirin û îftirayê propagandaya reş bikin...' Partiyên siyasî yên li dora maseya 6 alî bi buxtanan wiha re mijûl dibin.”