Li Kirklarelî 19 koçber hatin destserkirin

17-09-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kirklarelî yê Tirkiyê 19 koçber hatin destersekirin.

Tîmên cendermeyan îro 17ê Îlona 2022ê li ser agahiya ku li navçeyên Demîrkoy û Kofcazê yên Kirklareliyê hejmarek koçber hene, dest bi operasyonekê kirin.

Li gor zanyariyan di wê operasyonê de 19 koçberên Sûrî û Efxanistanî hatine destserkirin. Koçberên desteserkirî pişt karûbarên yasayî bo Navenda Koç û Koçberan hatin şandin.

Ev di demekê de ye Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu 15ê Îlona 2022ê ragihandibû ku wan îsal li gor sala borî hatina koçberan bo nav sînorên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kêm kirine, lê tevî van gotinên Soylu hatina koçberan berdewam e û rojane hejmarek ji wan di nav sînorên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê de tên destserkirin ku piraniya wan Efxanî û Pakistanî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst