Ji Demîrtaş derbarê berbijêrê serokkomariyê de name

17-09-2022
RÛDAW
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Berbijêrê Serokkomariyê Name
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku ji sala 2016ê ve girtî ye, bi nameyekê ji girtîgehê ragihand ku ew şanaziyê bi wê yekê dike bibe berbijêrê Serokkomariya Tirkiye, lê ji ber rewşa xwe ya girtîgehê niha di hilbijartinên Serokkomariya Tirkiyê de nabe berbijêrê hevbeş.

Demîrtaş herwiha nêrînên xwe yên derbarê berbijêrê hevbeş yê partiyên opozîsyonl de de jî  eşkere kirine û dibêje “Divê berbijrê hevbeş bikare li beramber mafên ziman, nasname, bawerî û mafên kolektîf rê û rêbazên çareseriyê yên demokratîk pêşkêş bike.”

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku ji sala 2016ê ve li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê girtî ye, ji televizyoneke Tirkiyê re nameyek şandiye û têde nêrînên xwe yên derbarê berbijêrê hevbeş yê postê serokkomar di hilbijartinên Hezîrana 2023ê de eşkere kirine.

Demîrtaş di nameya xwe  de amaje bi wê yekê daye ku ew şanaziyê bi wê yekê dike di hilbijartina bê ya serokkomariya Tirkiyê de bibe berbijêr, lê niha ji ber rewşa wî heyî ew di hilbijartinan de nabe berbijêrê hevbeş.

Selahattîn Demîrtaş derbarê berbijêrê hevbeş ê partiyên opozîsyona Tirkiyê de bo postê serokkomariyê jî dibêje: “Ne rast e ez li ser berbijrekî opozîsyonê navekî bidim. Lê hêviya min ew e hemû opozîsyon lihev bikin û wek berbijêrê me yê hevbeş beşdarî hilbijartinan bibe û di gera yekem de biser bikeve. “

Hevserokê Berê yê HDPê pêwîst dibîne ku berbijêrê hevbeş ê serokkomariyê bikare rêzê li civakê bigire, xwedî helwêsteke demokrat û têgihiştî be û emû civakê hemmêz bike û dibêje: “Ez dizanim bo hilbijartinên pêşiya me berbijêrên li gor van krîteran hene. Ez hêvî dikim em bikarin wek gel li dor berbijêrek wiha bibin yek û aştî û demokrasiya xwe bi awayekî bihêz ava bikin. Em dê ji bo vê yekê li ser kar û xebatên xwe berdewam bin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst