Alî Babacan: Projeya avakirina xaniyan xapandin e

17-09-2022
Ferdî Sak
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Alî Babacan Recep Tayyîp Erdogan Avakirina Xaniyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan di 13ê Îlonê de projeya avakirina 500 hezar yekeyên niştecihbûnê ragihand, li piraniya parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi sedan welatî bi hêviya ku bibin xwedî xaniyek, li ber deriyê bankeyan ketine dorê daku serî li projeyê bidin.

Welatiya Amedê Ceylan Akarsu got "Herkesê berê xwe daye vir û serî li projeya yekeyên niştecihbûnê didin. Hêvîdar im bo me jî derkeve. Em jî hatine û serlêdana xwe dikin."

Piraniya wan kirêcî ne. Lê kirê li gor sala borî zêdeyî ji sedî 100 bihabûne. Li gor amarên Banka Navendî ya Tirkiyê nirxê xaniyan jî  îsal li gor par  ji sedî  %173.8 zêdebûne. Vê rewşê welatî  bêzarkirine û tenê hêviyek jî be  dixwazin êdî di malên xwe de rûnin û bi nirxek erzan bibin xwedî xanî.

Welatî Nurullah Bayhan dibêje "Niha kirê gelek biha ne ez dixwazim xaniyek min hebe, daku bi rehetî têde bijîm. Ez tenê dixwazim xaniyek min hebe. Ti tiştek din naxwazim."

Welatî ji vê projeyê bi hêvî ne lê beşek ji partiyên opozîsyona  Tirkiyê ji temamkirina wê bi guman in û rexneyan li projeya Erdogan digirin.

Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan anî ziman "Ew kesên ku ev 3 sal û nîvîn pirsgirêka xaniyan a Xarpêtê çaresernekirine, derketine û projeyên avakirina yekeyên niştecihbûnê radigehînin. Çiqas bibêjin bila bêjin nikarin bikin. Ev bi temamî xapandine."

Nirxên xaniyên ku di çarçoveya vê projeyê de bêne çêkirin, di navbera 600 heta 851 hezar lîreyên Tirkî de ne. Lê di projeyê de enflasyon û bihabûna kelûpelên avahîsaziyê li ber çav nehatiye girtin. Serokê CHPê jî  dibêje eger heye ji ber vê yekê mutahît nikaribin projeyê tamam bikin.

Serokê Giştî yê Partiya Gel ya Komarî CHPê Kemal Kiliçdaroglu diyar kir "Tişta min got ev bû; hûn pereya kom dikin baş e. Lê eger mutahît sibe bibêje ez çênakim demir û çîmento bihabûne û ez ji nav vî karî dernakevim dê çi bibe?"

Di roja duyem a destpêkirina serlêdanên projeyê de li 81 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di dû rojan de 2 milyon 4 hezar 435 kesan serlêdan kirine. Serlêdanên projeyê heta 31ê Cotemeha îsal li bankeyên dewletê yên Zîraat û Halkbank  berdewam dibin û her welatiyek jî divê berî wê demê 500 lîreyên Tirkî weke heqê serlêdanê bide wan bankeyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst