Parêzerên Demirtaş: Divê Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê biryarê bide

17-09-2021
RÛDAW
Nîşan Selahattîn Demîrtaş DMME Biryar Serbestberdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzerên Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş xwestin ku Dadegeha Mafên Mirovan ya Ewropayê (DMME) li ser serlêdana wan ya derbarê girtina duyemîn a Demirtaş de biryarê bide.

Parêzêrên Selahattin Demirtaş ku ji 4ê Mijdara 2016an ve li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye, derbarê banga Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û serlêdana wan ya derbarê girtina duyemîn a Demirtaş ya bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de daxuyaniyek nivîskî belav kirin.

Parêzeran di daxuyaniya xwe de bibîrxistin ku Selahattin Demirtaş ji 4ê Mijdara 2016an ve li girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye û dibêjin “Li şûna ku bê berdan ji bo ku biryarên Dadgeha Mafê Mirov ya Ewropayê neyên cîbicîkirin, heta 20 Îlona 2019an hate girtin.”

Di daxuyaniyê de amaje bi wê hatiye dan ku wan wan 7ê Mijdara 2019an de serî li Dadgeha Mafê Mirov ya Ewropayê  dane, lê tevî ku du sal derbasbûne jî derbarê wê serlêdanê de ti biryarek nehatiye dayîn û tê gotin “Di 2ê Adara 2020an de jî serî li Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê hatiye dayîn. Di vê serlêdanê de cuda ji serlêdanên pêştir di serî de ji Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê, hatiye xwestin ku biryara wê yekê bê dayîn ku ji bo Demirtaş li Tirkiyê rêya hiquqa navxwe bê bandor e.”

Dadgeha Bilind ya Tirkiyê di 26ê Nîsana 2021ê de ji ber axaftineke xwe ya di sala 2013an 4 sal û 8 mehên cezayên girtîgehê dan Selahattin Demirtaş. Parêzerên Demirtaş di daxuyaniya xwe de destnîşankirine ku wan derbarê wê biryara Dadgeha Bilind ya Tirkiyê de jî serî li Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê dane û dibêjin “Em dixwazin Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê derbarê serlêdana me ya li ser biryara pesendkirina cezayê 4 sal û 8 mehên girtîgehê û  û serlêdana me ya 22ê Kanûna 2020ê de, van herdu serlêdanan jî li ber çavan bigire û derbarê wan de biryareke yekalî bide.”

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê îro bi armanca şopandina bicihkirina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê civiyabû û daxwaza hilweşandina biryara girtina Selahattin Demirtaş kir û heta 30yê Îlonê dem da Tirkiyê. Parêzerên Demirtaş li ser wê biryarê jî gotin “Îro Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê derbarê azadkirina muvekîlê me de biryareke din daye. Komîteya Wezîran eşkere kiriye ku divê encamên wan hemû helwestên neyînî ku dixwazin Demirtaş li girtîgehê bihêlin û ji qada siyasetê rakin ji holê bên rakirin.”

Herî dawî parêzerên Demirtaş dibêjin “Li gor maddeya 90emîn ya Destûra Bingehîn û Peymannameya Mafê Mirov ya Ewropa, divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê bên cîbicîkirin û demildest Selahattin Demirtaş bê berdan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst