Cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî ber bi Amedê ve hat şandin

2 demjimêr berê
Omer Sonmez
Nîşan Tarik Ziya Ekîncî Stenbol Cenaze Amed
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Ji bo doktor, siyasetmedar û rewşenbîrê Kurd Tarik Ziya Ekîncî ku di 14ê Tebaxê de li mala xwe koça dawî kiribû, li Mizgefta Şakirin a Stenbolê nimêja cenazeyê hat kirin. 

Gelek  zêde siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, dost û hezkiriyên wî amade bûn.

Dostên Tarik Ziya Ekîncî ji Rûdawê re da zanîn ku ew temamê emrê xwe yê 99 salî ji bo doza Kurd û Kurdistanê terxan kiribû.

Serokê berê yê CHPê û wezîrê berê Hikmet Çetin, Hevseroka berê ya HDPyê Pervin Buldan, siyasetmedar Gulten Kışanak, parlamenterên DEM Partiyê, Parlamenterê CHPyê Sezgin Tanrıkulu, civaknas Îsmail Beşîkcî, çend nûnerên partî û saziyan di merasîma cinazeyê de amade bûn.

Malbat, dost û hezkiriyên Tarik Ziya Ekîncî, ew bi çepikan ber bi Amedê ve verêkirin.

Civaknas Îsmaîl Beşîkçî got, “Rewşenbîrekî Kurd bû. Rewşenbîrekî welatperwer bû. Serê Kurdan û Kurdistanê sax be.”

Hevseroka berê ya HDPyê Pervîn Buldanê jî got:

“Me nirxeke xwe ji dest da, Heta em dikarin bêjin me dîrokek ji dest da. Tarik Ziya Ekinci li vî welatî kedeke mezin jibo demokrasi, aştiyê û azadiyê da.”

“Ji bo me dibû çavkaniya hêzê”

Siyasetmedar û hevseroka berê ya Şaredariya Amedê Gulten Kişanakê jî got:

“Birayê Tarik sax be di girtîgehê de jî ticaran em bi tenê nehiştin.

Tevî temen û pirsgirêkên tenduristî jî her tim peyam, name û kartên piştgiriyê ji me re dişandin.

Ji bo me dibû çavkaniya hêzê û moralê.”

Parlamenterê CHPyê Sezgin Tanrikulu jî got:

“Yek ji pêşengê ronakbîriya Kurdan bû. Hafizeya sed salan bû. Bi xweşmêrî û têgihiştina xwe her tim rê nîşanî me dida. Ti caran dest ji mafên gel berneda.”

“Her tim bal dikişand ser pirsa Kurd”

Serokê berê yê CHPyê û wezîrê berê Hikmet Çetin Hikmet Çetin jî got:

“Zanyarek bû. Xwe fedayî çareserkirina pirsgirêkên rojhilat kiribû.

Her tim bal dikişand ser pirsa Kurd û ji bo çareserkirina wê hewl dida.”

Cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî dê 18ê Tebaxê li Goristana Yenişehira Amedê bê veşartin.

Tarik Ziya Ekîncîyê ku sala 1925an li navçeya Licê ya Amedê hatibû dinê, di sala 1965an de bûbû parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP).

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst