HD Îskenderê ji ber axaftina Kurdî karker ji kar derxistin: ESPyê protesto kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li Firokexaneya Stenbolê xwaringeha donerê HD Îskenderê hinek karkerên Kurd ji ber axaftina zimanê Kurdî ji kar derxistin.

Endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) çûn pêşiya wê xwaringehê û helwesta rêveberên wê ya li dijî zimanê Kurdî protesto kir.

Çend roj berê li Firokexaneya Stenbolê xwaringeha donerê HD Îskender 2 karkerên Kurd ên ji parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber axaftina bi zimanê Kurdî ji kar derxistin.

Derxistina wan karkeran nerazîbûn li pey xwe anîn.

Hinek Endamên ESPyê çûn pêşiya wê xwaringehê ya li Firokexaneya Stenbolê û helwesta rêveberên wê ya li dijî zimanê Kurdî protesto kirin. 

Endamên ESPyê pankarta “Zimanê me rûmete me ye” bilind kir û daxuyaniyek da çapemeniyê.

Endamên ESPyê  herwiha li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê jî çalakiyeke bi heman rengî li dar xist.

Endama ESPê Gamze Toprakê ragihand  ku armanca wan bi vê çalakiyê ew e ku HD Îskenderê teşhîr bikin ku karkerên Kurd ji ber axaftina Kurdî ji kar derxistine û ji ber vê yekê zext li wan kiriye.

“Zimanê me çand û rûmete me ye”

 Gamze Toprakê tekez kir ku ew dê li ser parastina zimanê Kurdî berdewam bin û got:

“Em ji wî cihê ku HD Îskender lê ye bang dikin. Zimanê me çand û rûmete me ye. Em dê ji bo parastina rûmeta xwe li kolanan bin û li ser teşhîrkirina HD Îskenderê berdewam bin.”

Karkerên bi navên Mehmet Kalkan û Fatîh Aydin ku xelkê navçeya Qoserê ya Mêrdînê ne 8 û 9ê Tebaxa 2024an ji aliyê xwaringeha HD Îskenderê ve ji kar hatibûn derxistin.

Her du karkeran ji Ajansa Mezoptamyayê re piştrast kiribûn ku ew ji ber axaftina zimanê Kurdî ji kar hatine derxistin.

Fatîh Aydin ameje bi wê yekê dabû ku dema ew di nav xwaringehê de bi Kurdî diaxaftin rêveberên xwaringehê ji wan re digot hûn nikarin li wê derê bi Kurdî biaxivin.

“Hemû Kurd ji kar hatin avêtin”

Aydin herwiha gotibû, “Dema me li stranên Kurdî guhdarî dikir heqaret bi me dikirin. Ji xwe herî dawî hat qedexekirin. 

Rêveberê me yê restorantê digot ez dê hemû Kurdan derxim û pêwîstiya me bi Kurdan nîne.

Em li vê derê cih nadin wan. Piştî van gotinên wî derdora 12 kesan ji kar derketin û hemû jî Kurd bûn.”