Ji bo baran û germê hişyarî hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku li seranserê wî welatî pileya germê li gorî germa asayî ya demsalê 4 heta 8 pileyan zêde dibe û divê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê ji 19ê Tebaxê û pê ve pileya germê 4 heta 8 pileyan zêde dibe.

Herwiha li herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê jî pileya germê ji 40 pileyî derbas dibe.

Hişyarî hat dayîn ku temen mezin, zarok, kesên nexweşiyê wan hebin bi giştî di navbera demjimêrên 11:00 û 16:00an de dernekevin derve û tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Herwiha ji bo îro jî hişyarî hatiye dayîn ku tê pêşbînîkirin li parêzgehên Çewlîg, Mûş, Bedlîs, Wan û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê baran bibare û li çend parêzgehan ba û bahoz jî heye.

Ji welatiyan hat xwestin ku ji ber egera lehiyê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.