Karkerên Kurd, li bajarên Tirkiyeyê bi 14 dolaran dixebitin

17-08-2023
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Bilecik Karkerên Zarok Germahiya Zêde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Karkerên zarok ên ji Riha û Amedê li parêzgeha Bilecikê ya Tirkiyeyê di şertên zehmet de dixebitin.

Piraniya sebzeyên Herêma Marmarayê li serayên li navçeya Sogut û Înhisarê yên Bilecikê tên berhemanîn û piraniya karkeran wan jî Kurdên Bakurê Kurdistanê ne.

Ev karkerên Kurd, li ber germahiya zêde û di bin ritûbeta serayan de rojane 8 demjimêran dixebitin.

Karkerên ku di şertên zehmet de dixebitin têne 400 lîre heqdest werdigrin ku dike 14 dolar.

“Ez ji bo xerciyên dibistanê û birayê xwe yê nexweş hatim”

Neslîhan Tekina 14 salî yek ji wan karkerên zarok e. Neslîhanê ku neçar e bixebite wiha behsa naçeriya xwe kir:

“Du sal in ji bo vî karî têm. Ev der gelekî germ e û karê li vê derê zehmet e. Ez ji bo xerciyên dibistanê û birayê xwe yê nexweş hatim. Birayê min 4 sal in nikare derkeve derve.

“Xaniyê me jî nîne”

Xaniyê me jî nîne, ez ji bo çêkirina xanî jî pereyan kom dikim. Xerciya dibistanê jî kom dikim.”

Ji ber ritûbeta zêde, pileya germê ya ku di nav serayan de hest pê tê kirin ji germahiya ya asayî bi gelekî zêdetir e.

“Ritûbeteke wekî hewaya deryayê çêdibe”

Muxtarê gundê Hamitabatê Îbrahîm Metîn, li ser germahiya serayan got:

“Li derve pileya germê 42-43 ye lê di nav serayê de ji ber gaza serayê û avdana binî rêjeya rûtûbetê zêde dibe.

Dîsa di encama bikaranîna gubreyê kîmyayî de ritûbeteke wekî hewaya deryayê çêdibe. Li derve germahî 35-40 pile ye.

Ev germahî li hundir bi ritûbeta ku dihige ji sedî 75an karkerên me zêde aciz dike.”

Li Bilecikê milyonek û 250 hezar donim erdên çandiniyê hene û li 200 hezar donim erd, sebze û fêkî tên çandin.

Ev jî beramberî ji sedî 16ê erdên çandiniyê yên parêzgehê tê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst