KCDP: Li Tirkiyê di hefteyekê de 9 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin

17-08-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di hefteyekê de 9 jin ji aliyê mêrên ku nasê wan in hatine kuştin û divê bilez tedbîrên tûnd bên wergirtin.

Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin bi armanca protestokirina kuştina 9 jinan di hefteyekê de ku 4ê wan li parêzgeha Izmirê hatibûn kuştin, çalakî kirin.

Endama Platformê Elif Tunca got ku piştî Tirkiye ji Peymana Stenbolê vekşiya ye û heta niha 409 jin hatine kuştin û 328 jin jî bi awayekî bi guman mirî hatine dîtin.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hatiye kirin ku dewlet jinan naparêze û divê li beramber van kuştinan tedbîrên tûnd bên wergirtin.

Li gor raporta Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin a Temûza 2022ê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 24 jin hatine kuştin û 20 jin jî bi awayekî bi guman mirî hatine dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst