94 koçber hatin desteserkirin û 5 qaçaxçî jî hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku li Stenbolê di barhilgirekê de 94 koçber hatine destserekirin û 5 organîzatorên qaçaxçîtiya koçberan jî hatin girtin.

Wezîrê Karê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku hêzên wan ên ewlehiyê li Stenbolê operasyoneke rûbirûbûna qaçaxçîtiya koçberan a bi navê “Kalkan-26” da destpêkirin.

Bi gotina  Alî Yerlîkaya di çarçoveya operasyonê de li navçeya Buyukçekmeceyê, li ser rêya Edîrneyê barhilgirek hate  rawestandin.

Ji bilî şofêr 94 koçber di barhilgirê de bûn.

Şofêrê barhilgirê û 4 organîzatorên qaçaxçîtiya koçberan hatin desteserkirin.

Yerlîkaya da zanîn ku hêzên ewlehiyê şofêrê barhilgirê û 4 organîzatorên qaçaxçîtiya koçberan piştî karûbarên îfadeyê veguhastin dadgehê û ew bi biryara dadwer hatine girtin.