Krîza aborî kêr gihandiye hestî

Stenbol (Rûdaw) – Li Tirkiyeyê sînorê birçîbûnê mûçeyê herî kêm derbas kir û bû 19 hezar lîre. Sînorê hêjariyê jî gihişt derdora 66 hezar lîreyî li gorî gotina xelkê li Stenbolê êdî kêr gihayê hestî.

Her tişt li gorî sala par herî kêm ji sedî 100 biha bûye. Xelk bi hisab û kîtab hewcedariyên malê distînin û ji gelek tiştan jî kêm dikin.

Xelkê feqîr û hêjar ji ber enflasyona bilind û bihabûnê her diçe zêdetir hêjar dibin û bi zor û zehmet debara xwe dikin.

Rojeva xelkê debara jiyanê ye

 Li kûçe, kolan û bazaran rojeva sereke ya xelkê derdê debarê û bihabûna zêde ye. 

Her tişt li gorî sala par herî kêm ji sedî 100 biha bûye. Xelk bi hisab û kîtab hewcedariyên malê distînin û ji gelek tiştan jî kêm dikin.

Hikûmet dide zanîn ku wê heta dawiya salê rêjeya enflasyonê gelekî dakeve lê tevî hemû tevdîr û daxuyaniyan jî enflasyon bilind dibe û li bazaran bihayê her tiştî girantir dibe.

Mehmet Altınsuyê 82 salî ji bajarê Meletiyê ye û ev 25 sal in ku li Bazara Jinan a Fatiha Stenbolê bi seyarfiroşiyê debara malbata xwe dike.

Ev kalemêrê ku 12 hezar lire mûçeya malnişîniyê distîne digre, ji neçarî ji serê sibê heta êvarê li derve dixebite.

“Qiymetê pere nemaye”

Mehmet Altınsu behsa şertên giran ê jiyanê kir û wiha got:

“Niha heyat pir biha bûye. Ji berê xirabtir bûye. Pere berê bi qîmet bû lê niha qîmeta wî nemaye.

Em diçin bazarê, ji her tiştî nîv kîlo distînin lê dîsa jî 500 lîre diçe.

Karê me jî zor e tabî. Em tên vir heta êvarê dixebitin, carinan qet qezenca me çênabe.”

Li Tirkiyeyê sînorê birçîbûnê ji mûçeya herî kêm derbas kir û bû 19 hezar lîre. Sînorê hêjariyê jî

gihişt derdora 66 hezar lîreyî. Xelkê feqîr û hêjar ji ber enflasyona bilind û bihabûnê her diçe

zêdetir hêjar dibin û bi zor û zehmet debara xwe dikin.

Li gorî şêniya bi navê Zozan Demirê her titş pir biha ye. Kîloya penîr ji 350-400 dest pê dike.

“Her tişt pir biha bûye”

Malnişînê bi navê Şerif Ayta jî wiha behsa bihayê bazarê dike:

“Pir biha ye. Tiştê bi sedî bûye 300 lîre. Min berê 4 kîlo goşt distand niha êdî 2 kilo distînim. Kirîna berê û ya niha pir kêm bûye.”

Li kûçe, kolan û bazaran rojeva sereke ya xelkê derdê debarê û bihabûna zêde ye.

Her tişt li gorî sala par herî kêm ji sedî 100 biha bûye. Xelk bi hisab û kîtab hewcedariyên malê distînin û ji gelek tiştan jî kêm dikin.

Li gorî esnafê bi navê Emin Aktay krîza aborî heye. Kelûpel biha ne.

Malnişînan zem nestendine û kîloya penîr bûye 350-400 lîre. Yanî jiyan pir biha bûye.

Li gorî amarên TUIKê enflasyona salane di meha Hezîranê de ji sedî 71.60 e, lê li gorî grûba ENAGê enflasyon ji sedî 113.08 e.

Hikûmet, dide zanîn ku wê heta dawiya salê rêjeya enflasyonê gelek dakeve lê tevî hemû tevdîr û daxuyaniyan jî enflasyon bilind dibe û li bazaran bihayê her tiştî girantir dibe.