Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Nevşehîr a Tirkiyê mînîbusa ku ji parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê karkerên çandiniyê bo Duzceyê vediguhestin wergeriya û di encam de 24 karker birîndar bûne.
Li gor agahiyan roja Duşemê 17ê Temûza 2023an li ser rêya Nîgde-Enqereyê mînîbusa ku karkerên çandiniyê ji parêzgeha Şirnexê dibirin parêzgeha Duzce ya Tirkiyê wergeriyaye.
Piştî qezayê, li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û hêzên ewlekariyê çûne cihê bûyerê.
Li gor zanyariyan, di encama qezayê de şofêr û 23 karker birîndar bûne û bo nexweşxaneyên Nigde û Nevşehîrê hatine veguhestin.
Derbarê rewşa tendirustiya karkeran de ti zanyarî nehatiye belavkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse