Li Hatayê ji ber agirê li daristanan 3 gund hatin valakirin

17-07-2023
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Hatay Şewata Daristanan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Belenê ya ser bi parêzgeha Hatayê ya Tirkiyê ve, agirê bi daristanên herêmê ketiye mezintir bûye û gelek kes ji herêmê hatine veguhestin. Hatiye ragihandin ku 3 gund hatine valakirin.

Şewata li daristanên Hatayê li başûrê Tirkiyê her ku diçe mezintir dibe.

Şewat, destpêkê li nêzîk gundê Sogukoluk ê Belenê destpê kir û agir bi daristanên derdora wî gundî ket. Piştî demekê agir bo rûbereke berfireh belav bû.

Xebatên vemirandina agir ji erd û esman ve berdewam in. Ji bo vemirandina agirê li daristanên Hatayê, 21 helîkopter, 9 firoke, 59 wesayitên taybet bi afet û şewatan û herwiha 375 personel bê navber dixebitin.

Ji ber nêzîkbûna agir, her sê gundên Sogukoluk, Muftuler û Guzelyayla hatin valakirin û niştecihên wan bo herêmên ewle hatin veguhestin.

Parêzgarê Hatayê Mustafa Masatlî ragihand, agir bandor li 90 hektar erd kiriye û xebatên vemirandinê ji erd û esman ve berdewam in.

Mustafa Masatlî got: “Ji ber belavbûna agir li 3 gundan, veguhestina welatiyan berdewam e. Li hinek cihan agir gihîşte malan. Lê ji bilî zirara madî zirareke din nîne û tîmên me destwerdan kirin. Înşallah em dê di demeke nêzîk de agir kontrol bikin.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlikaya jî ragihand, derbarê şewata li daristanên Hatayê de 2 kes hatine desteserkirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst