Sekreterê Giştî yê Partiya Pêşerojê daxwaza zêdekirina mamosteyên Kurdî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Partiya Pêşerojê Cemalettîn Kanî Torun nerazîbûn li hemberî tayînkirina tenê 3 mamosteyên Kurdî ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê ve nîşan da  û got, “Divê Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê demildest mamosteyên xwe xwe zêde bike û dest ji vê xeletiyê berde."

Wezareta Perwerdeya Neteweyî ya Tirkiyeyê di hefteya ewil a Tîrmehê de ragihand ku rojan 20 hezar mamosteyên nû bêne wergirtibûn û ji 20 hezar kontenjanan tenê 3 cih bo mamosteyên zimanê Kurdî hatiye diyarkirin. Ev jî li aliyê Kurdan, gelek kesayet, rêxistin û partiyan ve bû sedema nerazîbûnan.

Piştî vê biryara, Înîsiyatîfa Şopandina Perwerde û Reformê ya Amedê (DÎERG) û Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) li ser medyaya civakî bi hashtag “#Kurdceye200Atama” kampanyayek dabûn destpêkirin û di demeke kurt de rastî eleqeyek zêde hatibû û bibû TT.

“Perwerdeya bi zimanê dayikê mafeke mirovahî ye e”

Sekreterê Giştî yê Partiya Pêşerojê Cemalettîn Kanî Torun di peyama xwe ya li ser hesabê xwe yê Twîtterê de banga Wezareta Perwerde ya Tirkiyê kir û wiha got: “Ez Wezareta Perwerdehiyê şermezar dikim ku ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî ya bi milyonan welatiyên Tirkiyê tenê 2 mamosteyên Kurdî wergirtiye. Mafekê mirovî ye ku her kes zimanê xwe hîn bibe û bi zimanê xwe perwerde bibe. Divê Wezareta Perwerdehiyê demildest hejmara mamosteyên xwe zêde bike û dev ji vê xeletiyê berde."

"Wezareta me li ser vê mijarê erênî difikire"

Li aliyê din Parlamenterê berê yê AK Partiyê û Endamê Lijneya Rêveber a Biryara Navendî ya AK Partiyê Abdurrahman Kurt ku duh li Stenbolê beşdarî daxuyaniya HEZKURDê bû û diyar kir ku wan ev mijar bi Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyê re axiviye.

Abdurahman Kurt got: “Ez bawer dikim ku welatê me dê bi awayeke pir gihîştî bi wateyeke demokratîk bersivê bide mijarên wiha, bêyî krîmînalîzekirin û terorîzekirinê. Wezareta me di vê mijarê de erênî difikire. Min duh jî li ser vê mijarê bi wezîrê me re axivî. Ew dê ravekirina pêwîst bike, lê ez tenê dikarim vê yekê diyar bikim. Bi rastî jî bi erênî nêzîk dibe. Ji bo ku kesên ku ev ders hilbijartine, rastî tu neheqiyan nebin hewldaneke cidî heye. Diyar dike ku di vê mijarê de dê ti kêmasî çênabin û dê di rojên pêş de li ser vê yekê daxuyaniyekê bidin.