Desthilat û opozisyona Tirkiyê li ser penaberên Sûriyê nakok in

17-07-2021
RÛDAW
Nîşan Penaber Koçber Tirkiye Kemal Kiliçdaroglu AK Partî Yekîtiya Ewropa Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mana penaberên Sûriyê li Tirkiyê yek ji wan mijaran e ku desthilat û opozisyona wî welatî li ser nakok in. Opoziyona Tirkiyê siyaseta hikûmeta welatê xwe rexne dikin û li gor beşeke wan, divê peywendiyên ligel hikûmeta Sûriyê bên asayîkirin. Serokê Giştî yê CHPê dibêje, eger desthilatê werbigrin, di dema du salan de pirsgirêka penaberên Sûriyê li nav welatê xwe çareser dikin.

Kemal Kiliçdaroglu, Serokê CHPê, dibêje, “Berî hemû tiştekî em peywendiyên xwe ligel Sûriyê çareser dikin. Balyozxaneya xwe vedikin. Nijadperestiyê nakin; Sûriyeyî merivên me ne, lê ew li wê axa ku li ser ji dayîk bûne bextewer dibin. Em dê birayên xwe yên Sûriyeyî bi aramî vegerînin welatê wan. Pişt bi Xwedê dema em bûn desthilatdar, mijara Sûriyê, pirsa Sûriyê û pirsgirêka Sûriyeyiyan di dema 2 salan de çareser dikin.”

Piştî destpêkirina şerê navxwe li Sûriyê di 2011an de, sedan hezar kes ji xelkê wî welatî çûn Tirkiyê. Ew penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiyê dimînin, hejmara wan zêdeyî 3 milyon 600 hezar kes e. Ji sedî 98.5ê wan penaberan li nav bajaran û ji sedî 1.5ê wan jî li kampan bicîh bûne û beşeke wan a zêde jî wek çîna karker a Tirkiyê rojane bo 50-60 lîre kar dikin ku dike 6-7 dolar.

Kemal Kiliçdaroglu, Serokê CHPê, dibêje, “Li hinek parêzgehên me hejmara penaberên Sûrî ji hejmara akinciyên parêzgehê zêdetir e. Gelek gazin hene. Ew kesên rewşa jiyana wan nebaş û bêkar in, gazinan ji penaberên Sûriyeyî dikin. Di qonaxa bê de dibe rûbirûyê pirsgirêkên ciddîtir bibin û divê vê pirsgirêkê çareser bikin, bi wan nehat çareserkirin, hêz û şiyana wan a çareserkirinê nîne, lê em çareser dikin.”

Heta niha Yekîtiya Ewropayê zêdeyî 6 milyar dolar wek alîkarî pêşkêşî penaberên Sûrî yên nav Tirkiyê kiriye, lê Enqere rexneyan lê digire û di wê baweriyê de ye ku ew barê giran ê penaberan bi awayekî dadperwerî nehatiye dabeşkirin.

Murat Kurum, Wezîrê Jîngeh û Bajarvanî yê Tirkiyê, dibêje, “Tirkiyê berdewam hembêza xwe ji birayên me yên Sûriyeyî re vekiriye ku ji ber şer mafê wan hatiye xwarin û zerar dîtine. Di vê demê de bo bihêzkirina jêrxana bajarên me û dabînkirina pêdiviyên wan zêdeyî 40 milyar lîre hatiye xerckirin. Li beramber ew hevkariya ji saziyên navdewletî gehiştiye me li ser asta welatan nedadperwerane bûye.”

Beşeke zêde ya penaberên Sûriyê bihêvî ne vegerin welatê xwe û ji ber peywendiyên civakî yên navbera wan li wan parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bicîh bûn ku hevsînor in ligel Rojavayê Kurdistan û Sûriyê. Li gor amarên Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, heta niha 110 hezar penaberên Sûrî nasnameya Tirkiyê wergirtine û 53 hezar ji wan mezin û 57 hezar jî zarok in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst