21 endamên din ên grûpa Adnan Oktar hatin desteserkirin

17-07-2018
RÛDAW
Heta niha 190 kes hatine desteserkirin
Heta niha 190 kes hatine desteserkirin
Nîşan Adnan Oktar Harun Yahya Endam Desteserkirin
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Operasyona desteserkirina endamên grûpa Adnan Oktar berdewam e û îro jî 21 endamên desteserkirî yên grûpê ku piraniya wan jin in, li nexweşxaneyê pişkinîna wan hat kirin.

 

Ji roja çarşemê 11-07-2018an ve hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê operasyonên li dijî grûpa Adnan Oktar didomînin, ku xwe weke kesekî oldar dide nasîn û navê "Harun Yahya" li xwe daniye.

 

Piştî desteserkirina Adnan Oktar, hêzên asayişê berdewam in di desteserkirina endamên wê grûpê de ku ji aliyê Dozgeriya Giştî ve biryara desteserkirina wan hatiye dayîn.

 

Îro jî 21 endamên grûpa Adnan Oktar piştî desteserkirinê, hêzên ewlehiyê ji bo pişkinîna tendirustiyê ew birin nexweşxaneyê.

 

Piraniya desteserkiriyên îro keçik bûn ku ji beşeke wan re "pisîkên Adnan Oktar" tê gotin.

 

17 zarok li dijî grûpa Adnan Oktar bi hinceta destdirêjiya seksî doz vekirine. Di nav pênc rojên derbasbûyî de hejmara gilî û gazinan gihişt 45an, herwiha li şeş welatên din jî li dijî Oktar û grûpa wî doz hatine vekirin.

 

Heta niha 190 kes bi tohmeta endamtiya grûpa Oktar hatine desteserkirin, ku tohmeta wan "damezrandina grûpeke tawan, sîxûrkirina siyasî û leşkerî, bikaranîna bîr û baweriyê ji bo berjewendiya xwe û hebûna bangeşeya tawankariya dijî zarokan" e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst