Darbeya leşkerî dê çi bo pêşeroja Tirkiyê bi xwe re bîne?

Enqere (Rûdaw) - Li Tirkiyê derbarê bandorên hewla darbeya leşkerî û encamê wê de gengeşe dest pê bûne.

 

Hewla darbeyê li Tirkiyeyê bi ser neket. Hikûmet û gelek aliyên din di wê baweriyên de ne ku li piştî vê hewla darbeyê tevgera Fethullah Gulen heye.

 

Partiyên opozîsyonê yên ku digel hikûmetê li dijî kûtedanê derketî jî dibêjin da ku ti carên din hewlên wisa pêk neyên divê hikûmet gavine demokratîk biavêje.

 

Tevahiya partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li dijî hewla darbeyê derketin û bertekên mezin nişan dan.

 

Fikra giştî ya derbarê darbeyê de ew e ku tevahiya darbekaran endamên tevgera Fethullah Gulen in. Herwiha partiya desthilat a Tirkiyyê AK Partî jî di heman fikrê de ye.

 

Berdevkê AK Partiyê Yasin Aktay derbarê darbeyê û kesên li pişt de ji Rûdawê axivî û got: “Ya rast ev operasyoneke ku ji aliyê rêxistina terorîst a Fethullah Gulen ve hatiye kirine. Vê yekê nişan da ku fetulah gülen sextekarekî çawa ye û nişan da ku xebata wî ya bazirganiya olê hatiye çi astê. Serokkomarê me ji wê çaxê ve gotiye ku 25’ê berfanbarê ne gendelî ye. Mixabin ku AK partî di têkoşîna xwe de bi tenê maye.”

 

Derbarê bandora darbeyê li ser hikûmet û civaka Tirkiyê û li ser wê yekê ku gelo dê ew darbe desthilatek otorîster li wî welatî pêk bîne yan dê Tirkiyê ber bi demokatîkbûnê bibe, nêrînên cuda hene

 

Opozîsyon balê dikêşe ser helwesta hevpar a tevahiya civakê û dibêje divê hikûmet gavên demokratîk biavêje.

 

Parlamenterê CHPê Îlhan Cîhaner jî li ser heman mijarê ji Rûdawê re ragihand: “Tevahiya partiyên opozisyonê helwesteke hevpar li dijî darbeyê nişan dan. Ligel ku kesên darbekar jî hatine deralîkirin divê êdî hikûmet jî vê yeka antî demokratîk bibîne û li gorî vê yekê bi mejiyekî saxlem tevbigere û gavên azadîxwez û aşitiya navxweyî bavêje.”

 

Tevahiya partiyên di Parlamentoya Tirkiyê de ango AK Partî, CHP, HDP û MHP’ê belavokeke hevpar belav kirin û hewla darbeyê şermezar kirin.