Egerên avakirina hikûmetê û hilbijartina pêşwext
Enqere (Rûdaw) - Li Tirkiyê di hilbijartinên giştî yên di 7ê Hezîranê de ti partî negihişte hêjmara têrker a ji bo avakirina hikûmetê. Serokê giştî yê AK Partiyê Ahmed Davutoglu ku ji aliyê serokkomar Erdogan ve ji bo avakirina hikûmetê hatibû peywirdarkirin bi lîderên her sê partiyên din rev hevdîtine pêk anîn.
Ahmet Davutoglu piştî cejnê dê bi serokên CHP û MHPê re careke din bicive. Wisa xûya dibe ku yan AKP dê bi CHPê re hikûmeteke koalîsyonê ava bike yan jî dê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îcar jî hilbijartineke pêşwext bê lidarxistin.
Serokê giştî yê AK Partiyê ango Serokwezîr Ahmed Davutoglu piştî ku peywira avakirina hikûmetê ji serokomar wergirt seredana her sê partiyên dibereyê kir û nêrînên wan ên derbarê hikûmeteke hevpeymaniyê de wergirtin.
Beriya niha Davutoglu daxûyandibû ku dê ew bi HDPê re koalîsyonekê ava nekin. Herwiha ji ber vê yekê dê piştî cejnê ew careke din seredana CHP û MHPê bike. Hinek şirovekar jî dibêjin AK Partî ji ber van ihtimalan ji hevpeymaniya digel MHPê bêhtir nêzikî hevpeymaniya digel CHPê ye.
Cîgirê Serokê Enstitûya Ramanên Stratejîk (SDE) Mehmet Şahin derbarê avakirina hikûmeta hevpeymaniyê de ji Rûdawê re wiha got:
“Li gorî min ihtimala digel MHPê gelekî kêm e. Lê gava ku em li rewşa CHPê dinêrin em dibînin ku CHP pir dixwaze ku bibe desthilatdar. Bi heman şêweyî Davutoglu jî ew jî dixwaze ku hikûmetekê ava bike. Hevdîtina di navbera AKP û CHPê de erênî derbas bû. Ew jî ber bilêvnekirina mijarên weke gendelî û sînorên serokomar bû. Helwesta AKPê jî erênî bû. Belê wê hîn kêşe derkevin. Lê ihtimala derketina hikûmetekê jî heye. İhtimaleke din jî heye ew jî hilbijartin e.”
Lê belê hinek şirovekar dibêjin digel ku di tûra yekemîn de di navbera AK Partî û CHPê de nêzbûnek xûya bibe jî di dahatûyê de ango di hevdîtinên hûrgilî de dê kêşe û nakokiyên wan zêdetir bibin. Li gori kesên ku wiha difikin ihtimala hilbijartina pêşwext ji ihtimala hikûmeteke koalîsyonî zêdetir e.
Serkarê Nûçevaniya TV24ê Melik Yiğitel jî ji Rûdawê re ragihand ihtimala hilbijartina pêşwext zêde ye û wiha domand:
“Tê gotin ku hevdîtinên digel MHPê baş derbas nebûne. Lê bi CHPê re baş derbas bûne. Sedema başderbasbûna vê hevdîtinê jî ew e ku her du alî jî pir neketin nav hûrgiliyan. Wek nimûne mijarên weke rêgezên CHPê nehatin axaftin. Gava ku ew derbasî xalên sereke bibin dê kêşe derkevin. Jixwe helwesta MHPê li holê ye. Herwiha rewşa HDPê ji xwe diyar e ku ew li derveyê vê çarçoveyê hatiye hiştin. Bi kurtasî li gorî min ihtimala herî mezin ihtimala hilbijartina pêşwext e.”
HDP ku li derveyê proseya avakirina hikûmetê hatî hîştin jî ji bo berdewamiya pêvajoya çareseriyê piştgiriya koalîsyoneke di navbera AKP û CHPê de dike.