Kîjan partiyan cejna hev pîroz kir?

17-06-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Nîşan Cejn Partiyên Siyasî DEM Partî CHP AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Roja duyem a cejnê li Enqereya paytexta Tirkiyeyê gelek partiyên siyasî cejna hev pîroz kir.

Şandeyeke AK Partiyê di çarçoveya serdanên cejnê de çû Navenda Giştî ya CHPyê û wan li wê derê cejna hev pîroz kir.

AK Partî û DEM Partiyê cejna hev pîroz nekir

Herwiha şandeyên MHP û DEM Partiyê jî ji bo pîrozkirina cejnê çûn navenda CHPyê.

Şandeyeke CHPyê jî AK Partî û MHP jî di nav de cejna 17 partiyên siyasî pîroz kir.

Di vê cejnê de jî AK Partî û DEM Partiyê cejna hevdû pîroz nekir.

“Tundî sudê nade kesî”

Endamê Komiteya Navendî ya AK Partiyê Hasan Sert ev peyama cejnê da:

“Em hêvî dikin ku ev cejn ji bo gelê me bibe wesileya xêrê îro em bi hevalên xwe re seriyekî didin CHPyê.

Ez hêvî dikim ku ev atmosfera nerm û pêvajoya xizmetkirina xelkê dê berdewam bike.

Pêwîst e em hemû bi desthilat û mixalefetê ve bi hevdengiyê xizmetê ji gelê xwe re bikin.

Tundî sudê nade kesî. Înşelah em dê di cejnê de jî xebatên baş bikin.” 

“Gaveke diçin pêş û gavekê bi paş de diavêjin”

Parlementera DEM Partiyê ya Amedê Sevîlay Çelenkê da zanîn ku ji “nermbûna siyasî” bi paş de gavan diavêjin û pê de çû:

“Ez destpêkê cejna her kesî pîroz dikim. Wekî tê zanîn piştî hilbijartinan mijara nermkirina atmosfera siyasî hat rojevê lê dîsa bi paş de gav avêtin.

“Nermbûn bi fermanan nabe”

Gaveke diçin pêş û gavekê bi paş de diavêjin.

Nermbûn bi fermanan nabe, pêwîst e em rola xwe zêdetir bikin, mixalefeta civakî û siyasî pêwîst e roleke baş bilîze, yan na desthilat çima nerm bibe?

Wan rejîmeke li gorî xwe ava kiriye û bi dilê xwe kar dikin.

Pêwîst e em ji bo demokrasiyê jî û ji bo hemû nirxên din jî zêdetir hewl bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst