Dayika Deniz Poyraz: Ez bawer nakim kujerê keça min di girtîgehê de be

17-06-2023
Omer Sonmez
Deniz Poyraz di duyemîn salvegera kuştina xwe de hat bibîr anîn
Deniz Poyraz di duyemîn salvegera kuştina xwe de hat bibîr anîn
Nîşan Deniz Poyraz Îzmîr HDP
A+ A-

Îzmîr (Rûdaw) – Deniz Poyraza endam û xebatkara Partiya Demokratîk a Gelna (HDP) îro di duyemîn salvegera kuştina xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Kaynaklar a Buca ya navçeya Îzmîrê ji aliyê HDPê ve hat bibîranîn. Dayîka jî dibêje: “Ez bawer nakim kujerê keça min di girtîgehê de be.”

Endam û xebatkara HDPê Deniz Poyraz, di duyemîn salvegera kuştina xwe de ji aliyê HDPê ve hat bibîranîn. Rêxistina HDP ya İzmirê bi 3 bername û çalakiyên cuda Deniz Poyraz bibîr anî.

Nîjadperestê Tirk Onur Gencer, di 17ê Hezîrana 2021ê de, li navçeya Konakê ya Îzmirê, bi çek êrişî avahiya HDPê kiribû û jina Kurd Denîz Poyraz kuştibû. Lê li gel ku ji ser kuştina Deniz Poyraz 2 sal derbas bûbe jî, ji xeynî kujer Onur Gencer tu kes nehat darizandin û têkiliyên wî derneketin holê. Ev 2 sal in ku malbat û HDP daxwaza ronîkirina têkiliyên kujer û hêzên li pişt wî dikin. Li aliyê din, dadgeha Îstinafê bi hinceta di darizandinê de kêmasî hene biryara doza kujerê Deniz Poyraz, Onur Gencer hilweşand û biryar da kêmasî bên temamkirin.

Dayika Deniz Poyraz Fehime Poyraz dibêje: “Ev du sal in bes Xwedê dizane me çi kişandiye. Deniz stúna mala me bûm em dixwazin ku qatil cizayeke giran bixwe. Ez bawer nakim ku ew niha di hepsê de ye jî. Deniz kuştinê heq nekiribû."

Rêxistina HDPê ya Îzmirê, di salvegera kuştina Deniz Poyraz de bi 3 bername û çalakiyan ew bibîr anî. Dê û bavê Deniz Poyraz, Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk Çiğdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin, hejmarek rêveber û nûnerên partiyên siyasî û Kurdên Îzmîrê beşdarê bernameya bibîranînê bûn. 

Di bernameyê de derbarê jiyan û kuştina Deniz Poyraz de belgefîlmek hate nîşandan.

Hevala Deniz Poyraz û rêvebera HDPê ya Îzmîrê Saime Sertoglu got: “Deniz Poyraz mirovek pir hêja bû. Tim dixwast karên partiyê baş birêve biçe. Ji bo têkoşîna vî dozê gelek hesas bû."

Ew çadira ku li pêşiya avahiya HDPê hatibû vegirtin û kujer tê de kifşa çûyîn û hatina HDP dikir di bin dorpêça barîyerên polîsan de ye û hêj nehatiye rakirin.

Bernameya bibîranîna jina Kurd Deniz Poyraz, li ber avahiya HDPê ya Îzmîrê bi daxuyanî û gotarên rêveberên HDPê bi girseyî bidawî bû.

Li aliyê din, Dadgeha Îstinafê di 15ê Hezîranê de bi hinceta di darizandinê de kêmasî hene biryara doza kujerê Deniz Poyraz, Onur Gencer hilweşand û biryar da kêmasî bên temamkirin.

Rêveberê HDPê yê Îzmîrê Medenç Demir jî got: “Onur Gencer bu tenê nîne. Em dizanin ku bi tenê jî nîne. Di bingeha wî de hêzên tarî hene."

Dadgeha Îzmîrê di 27ê Kanûna 2022an de derbarê kujer Onur Gencer de ji ber sûcên cuda birara cezayê muebbet ê giran û herwiha 9 sal cezayê girtîgehê dabû.

Li ser kuştina Deniz Poyraz 2 sal derbas bû, lê ji xeynî kujer Onur Gencer tu kes nehat darizandin. Ev 2 sal in ku malbat û HDP daxwaza ronîkirina têkiliyên kujer û hêzên li pişt wî dikin. Lê heta niha jî peywendiyên kujer ji aliyê dadgehê ve nehatiye eşkere kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst