Enqere: Karkerên demsalî yên ji Bakurê Kurdistanê di rewşeke zehmet de dijîn
Hewlêr (Rûdaw) - Karkerên demsalî yên ji Bakurê Kurdistanê ku ji bo kar çûbûn bajarê Enqereyê, çadirên wan di bin lehiyê de man, karkerên demsalî daxwaz dikin ku çadirên wan ji bo cihekî din bên veguhestin.
Çadirên karkerên demsalî yên li bajarê Enqere yê Tirkiyê ne piraniya wan ji parêzgehên Bakurê Kurdistanê ne. Her sal çadirên wan di vê demsalê de li pişta wan in. Bajar bi bajar li pey nanê rojê digerin lê gelek caran di bin van çadiran de ji ber şertûmercên keşûhewayê rûbirûyî zehmetiyên dibin. Ji ber barana çend rojên borî ava çem bi ser de çûye û çadirên wan di bin avê de mane.
Karkerê Demsalî Lokman Bayram li ser rewşa xwe got, “Ti mexdûriyetek nema ku nehat serê me. Ya herî dawî jî di 4-5 rojên borî de bû. Ji ber barana zêde ya ku li Enqerê bariya ava çem rabû. Em wek karkerên demsalî gelek nêzîkî çem in, derdora 15 heta 20 metre heye. Me çendîn car ev mexdûriyeta xwe ji aliyên peywendîdar re gotiye, lê tên û piştre paşguh dikin.”
Piştî ku çadir di bin avê de dimînin neçar dibin wan bicîh bihêlin. Tevî malbatên xwe bo dema çend rojan di mizgeftan de dimînin. Niha vegeriyane lê lehiyê zerar gihandiye kon û kelûpelên wan ên nav malê.
Karkera Demsalî Songul Gulbakan anî ziman, “Em wek karkerên demsalî ji navçeya Siwêregê ya Rihayê hatine, ev mehek e em hatine. Çend roj berê lehiyê li vê derê da. Ji ber barana zêde ava çem hat nav çadirên me. Em derdora 2 rojan nehatin nav çadirên xwe û li mizgeftê man. Dema em ji kar hatin me dît ku hemû kelûpelên me di bin lehiyê de mane. Me hinek ji kelûpelên xwe dîtin, lê me hinek ji wan jî nedîtin.”
Ev karkerên demsalî daxwaz dikin çadirên wan bo cihekî din bên veguhestin lê bi gotina wan ti aliyekî peywendîdar li ser mijarê nayê ser xetê û li vê derê metirsî li ser jiyana wan heye.
Karkerê Demsalî Aslan Tutar got, “Eger baranake din a wiha bibare em nikarin xwe rizgar bikin. Wek mînak wê rojê baran bi roj bariya û me karker rizgar kirin, lê eger şev lehî bê, em dê çi bikin. Eger demjimêr 1.2ê şevê bûya em pênedihisyan û dibe ku mirî jî hebûna.”
Li vê kampa karkerên demsalî bi giştî 200 kes hene ku 100 ji wan zarok in. Roja wan di navbera 300 heta 400 lîreyan de ye ku nagihe 17 dolaran û bê sîgorta kar dikin. Ew ji bo 5 heta 6 mehan li vê derê ne û di bexçeyan de kar dikin.
Take daxwaza wan ew e cihekî guncaw dûrî çem bo wan bê dabînkirin da ku konên xwe lê vedin û berdewamiyê bi karê xwe bidin.