Li Tirkiyê 1.5 milyon keç derveyî sîstema xwendinê hatine hîştin

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Malbatên Xwendekaran (VELÎ-DER) di raporeke xwe de ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistan di serdema 2021-2022 ya xwendinê de 1.5 milyon zarokên keç ji derveyî sîstema xwendinê hatine hiştin. Komaleya navborî di rapora xwe de bal kişandiya ser rewşa hejarî û birçbûna zarokan jî û dibêje, “Her dema hejarî kûrtir dibe zarok bi girseyî dest ji xwendinê berdidin. Ji her dû zarokên me yek di nav hejarî û birçîbûnê de ye.”

Roja 16ê Hezîranê serdema yekem a xwendinê ya 2022-2023 bi dawî bû û dibistan bo dema 3 mehan ketin betlaneyê. Komeleya Malbatên Xwendekaran (VELÎ-DER) di roja dawî ya serdema xwendinê de li navçeya Kartalê ya Stenbolê derbarê sîstema xwendinê û kêmasiyên di sîstemê de daxuyaniyek da çapemeniyê. Komeleya navborî derbarê rewşa perwerdê ya li Tirkiyê de raporeke berfireh amade kiriye û di daxuyaniyeke çapmeniyê de naveroka wê eşkere kir.

Li gor raporê di serdema 2021-2022 a xwendinê de li seranserî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li dibistanên seretayî 195 hezar, li dibistanên navîn 298 hezar, li dibistanên amadeyî jî 373 hezar zarokên keç ji derveyî sîstema xwendina rûbirû ne û hejmara wan zarokên keç ên ji dûr ve dixwînin jî 636 hezar û 270ê ye. Bi vê hejmarê jî 1.5 milyon zarokên keç ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li derveyî sîsteme xwendinê hatine hiştin.

Komeleya Malbatên Xwendekaran sedema sereke ya dûrketina xwendekaran ji dibistanan bi hejariyê ve girêdaye û dibêje, “Her dema hejarî kûrtir dibe zarok bi girseyî dest ji xwendinê berdidin.”

Komeleyê di raporê xwe de amaje bi amarên hejarî û birçîbûna di nav zarokên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de daye û dibêje, “Tenê li gor amarên sala 2020an ji sedî 44.3ê zarokên li welatê me rûbirûyê birçîbûn û hejariyê hatine hiştin. Sînorê birçîbûnê gihiştiye 9 hezar û 814 lîreyan û sînorê hejariyê jî gihiştiye 33 hezar û 948 lîreyan. 10 milyon karker bi mûçeyê kêmane kar dikin. Ligel zêdebûna hejariyê û bihabûna nirxan herî kêm ji dû zarokên me yek di nav hejarî û birçîbûnê de dijî. Divê bo her zarokekê ku di bin sînorê hejarî û birçîbûnê de dijîn mehane alîkariya xwendinê bê dayîn.”

Komeleya Malbatên Xwendekaran (VELÎ-DER) di raporê de bal kişandiye ser kêmkirina budceya perwerdeyê jî û dibêje, “Di sala 1998an de beşa budçeya ku bo perwerdeyê dihat veqetandin ji sedî 30.03 bû lê ev rêje sala 2023an bo ji sedî 9.18 kêm bûye.”