Parlamentera HDPê girtina rojnamevanên Kurd ji Wezîrê Dadê pirs kir

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zuleyha Gulum bi pêşniyarpirsekê di Parlamentoya Tirkiyê de girtina 16 rojnamevanên Kurd ên li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji Wezîrê Dadê yê Tirkiye pirsî.

Karvedan û nerazîbûnên derbarê girtina 16 rojnamevanên Kurd ên li parêzgeha Amadê berdewam in. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zuleyha Gulum îro 17ê Hezîrana 2022ê pêşniyarpirsek pêşkêşî Serokê Parlamentoya Tirkiye kir û  têde girtina  wan 16 rojnamevanên Kurd  ji Wezîrê Dadê yê Tirkiye Bekîr Bozdag pirsî.

Gulum di pêşniyarpisê de amaje bi wê yekê daye ku tenê li Tirkiye desthilata siyasî ji bo ku çapemeniyê bêdeng bike û rê li ber derketina rastiyan bigire guvaşê li ser kedkar û xebatkarên çapemeniyê dike û bi rêya darazê wan digire, destser dike û hewil dide bi dozên neheqî wan tasfîye bike.

Parlamentera HDPê herwiha ragihandiye ku li gor raporeke sala 2022ê ya Rojanamevanên Sînornenas (RSF) Tirkiye di warê ragihandina azad de di nav 180 welatan di rêza 149emîn de ye û gotiye: “Di 8ê Hezîranê de bi operasyonekê 22 rojnameger û xebatkarên çapemeniyê hatine girtin û 16ê Hezîranê ji wan 16 rojnamevan hatine girtin.”

Parlamentera HDPê ya Stenbolê Zuleyha Gulum di pêşniyarpirsa xwe de ev pirs ji Wezîrê Dadê yê Tirkiye kirine:

Awayê nûçesaziyê û zimanê ku 16 rojnamevanên girtî bikaranîne  jî bûye mijara lêpirsînê. Awayê fikirîn û derbirîna ramanê çima dibe mijara lêpirsînê? Sedema desteserkirina rojnamevanan çi ye?

Hûn dê dest ji wan karên ki pîşeya rojnamevaniyê û nûçeyan weke tawan dibîne û rojnamevanan dike armanc berdin yan na?

Tirkiye dê kengî ji rewşa lgirtîgeha herî mezin a cîhanê ya  rojnamevanan rizgar bibe?

Tevî ku li Dadegaha Mafên Mirov û Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê destserkirin û girtina rojnamevanan de gelek  biryarên binpêkariyê hene  aramanca berdewamkirina heman  binpêkariyan çi ye?

Karên bi vî rengî yên ne hiquqî, antîdemokratîk û derveyî mirovî  û girtinên ku bi taybet li dijî rojmagerên Kurd tên kirin, dê weke binpêkariya qedexeya cihêkariyê bên lêkolînkirin?