Li Deryaya Egeyê 28 koçber hatin desteserkirin

17-06-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kuşadasiyê ya ser bi parêzgeha Aydinê ya Tirkiyê ve, li nav Deryaya Egeyê 28 koçber ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve hatin desteserkirin.

Fermandariya Ewlekariya Peravan a parêzgeha Aydinê di daxuyaniyekê de ragihand, tîmên wan li Deryaya Egeyê di nava belemeke plastîkî de 20 koçber dîtine û ji nav deryayê derxistine.

Li gor daxuyaniyê, herwiha li ser zanyariyan 8 koçberên din jî ku li nava Deryaya Egeyê di belemeke plastîkî de bûn, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine desteserkirin.

Hatiye ragihandin 28 koçberên desteserkirî piştî karûbarên wan ên fermî bo Rêveberiya Îdareya Koçê ya Aydinê hatin radestkirin.

Di 15ê Hezîranê de jî 908 koçberên ku li sînorê parêzgeha Aydinê ya Tirkiyê hatibûn desteserkirin, bo welatên wan paşde hatibûn vegerandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst