Ji Sedat Peker bo Denîz Poyraz peyama sersaxiyê

17-06-2021
RÛDAW
Nîşan Sedat Peker HDP Îzmîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sedat Peker di derbarê êrişa avahiya HDPê ya li Îzmîrê û kuştina Deniz Poyraz de daxuyaniyek da û vê yekê wek provakasyon û lîstikeke mezîn bi nav kir. Herwiha Peker ji bo Denîz Poyraz sersaxî xwest.

Sedat Pekerê ku wek serokê rexistina sucên organîze tê tê tometbarkirin di parvekirinên xwe yên li ser medya civakî de êrişa li ser avahiya HDPê ya Îzmirê wek provaksyon dubare kir û got “Ji xwedayê mezin bo xwişka me ya bi navê Denîz Poyraza ku jiyana xwe ji dest daye rêhmê dixwazim”

Sedat Peker di derbarê di derbarê êrişê de wiha got:

“Dostên min ên hêja, min sê tweet nivîsîn da ku ez li ser êrişa provokatîf ya ser avahiya HDPê ya İzmîrê hişyar bidim. Lêbelê, min sersaxî neda ji ber ku ji aliyê hin kesan li dijî min kampanyayê bên destpêkirin, min sersaxî nexwestibû.”

Ji wê demê heta niha ez gelek fikirîm. Eger ku em nikaribim ji bo keçeke ciwan a ku çek negirtitibe destê bi hovane hatiye kuştin sersaxî bixwazin, yên desthilatdar me bi temamî ji hev dûrxitine.

Ji xwedayê mezin bo xwişka me ya bi navê Denîz Poyraza ku çalakiya provakasyonê ya di avahiya HDPê de jiyana xwe ji dest daye rêhmê dixwazim.

Heya dijminahî jî divê bi rûmet bê kirin, ne bi qehpetî. (Birano, ji kerema xwe çi dibe bila bibe dernakevin kolanan”

Lîstikeke mezin tê çêkirin, dernekevin kolanan

“Dostên minên hêja, mixabin, em ê di rojên pêş de ji êrîşa provokatîf a li dijî serokatiya parêzgeha HDPê ya Îzmîrê êrîşên pir mezintir bibînin. Ger hûn bi tecrûbe û dilpakiya min bawer bin, di bin tu şert û mercan de dernekevin kolanan.

Lîstikeke mezin tê çêkirin. Ger hûn derkevin kolanê, Mehmetê Kûr û merivên wî dê endamên rêxistinên terorê tevlihev bikin û cîhê xwe bikin agir.

Tenê nezan, xafil û ehmeq dibin perçeyek lîstika dijminên xwe (ji kerema xwe ji wanên ku ev lîstik afirandine re xizmetê nekin).”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst