Gulen bo Rûdawê: Hikmê tekane milletekî diyarkirî li dijî destûra xweda ye

17-06-2013
Rêbwar Kerîm Welî
Nîşan Fethullah Gulen Gulen Tirkiye AKP BDP PKK Abdullah OCalan
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw) – Rêberê piraniya mûhafezekariyê li Tirkiyê Fethullah Gulen di hevpeyvînekî ligel Rûdawê de cara yekem dîtina xwe li ser rojeva peywendiyên Herêma Kurdistan, Tirkiye, asta peywendiyan, xwendina bi zimanê kurdî û pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê têne ziman.

Fethullah Gulen li ser xwendina bi zimanê kurdî ya li Tirkiyê piştgirî û baweriya xwe ji bo xwendina bi zimanê dayîkê anî ziman û wiha got: “Pejirandina xwendina bi zimanê dayîkê yek ji prensîbên exlaqiye ku pêwîste ji bo dadperwerbûna dewletê ya li beramberî welatiyên xwe be.”

Gulen derbarê deshilatdariya neteweya Tirk a li Tirkiyê tekez kir ku ‘Madem xwedayê mezin mirov bi awayê neteweyan cûda kiriye û daxwaz kiriye ku hev nas bikin, ger wisa be damezirandina rêvebirinek ku tenê pişta xwe bi hikmê neteweyekê ve girê bidî, li dijî vê destûrê ye.”

Fethullah Gulen wesyeta Mele Mistefa Barzanî ya derbarê peywendiyên kurd û tirkan bi bîr têne û wiha dibêje: “Wesyeta Mele Mistefayê bavê birêz Mesûd Barzanî ku çend caran behs kiriye, ‘Ligel Tirkan baş bin, pirsgirêkan ji wan re dirûst nekin û timî ligel wan hevpeyman bin.’ Ev têbiniye ku ‘di rastiya xwe de derbirîna herdu aliyan e’ û taybetmendiyekî hêjayî baldariyê ye.”

Derbarê sînorên Mîsaqî Millî ku di peyama Newrozê ya rêberê PKKê Abdullah Ocalan de hatibû, Gulen tevî ku tekez dike naxwaze behsa pirsa siyasî bike, wiha dibêje: “Kesên behsa wan meseleyan dikin, divê bi başî fikra wê yekê bikin ku guftûgoyên bi vî awayî wê bibin sedemê pirsgirêkên çawa yên ligel cîran an. Belê, her fikrek be hesabkirina rastiyê di xeyalekê de derbas nabe.”

Berdewam hevpeyvîna ligel Fethullah Gulen ya ji aliyê Rêbwar Kerîm Welî ve hatî encamdayîn di hêjmara bê ya Rûdawê de bixwînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst