Dozgeriyê îtirazî biryarên beraet û tehliyeyê yên Doza Kobaniyê kir

17-05-2024
RÛDAW
Nîşan Dozgerî Doza Kobaniyê Îtiraz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dozgeriyê îtîrazî 12 biryarên beraetê û 5 tehliyeyê yên Doza Kobanî kir û daxwaz kir ku kesên ji dozê hatin tehliyekirin carek din bên girtin.

Doza 108 siyasetmedarên Kurd a ku bi navê “Doza Kobaniyê” dihat zanîn bi cezayên giran bi dawî hat.

Dadgeha 22yemîn a Cezayê Giran a Enqereyê di rûniştina 83yan a dozê de Selahattîn Demîrtaş bi 42 salan, Fîgen Yuksekdag bi 33 sal û 3 mehan, Amet Turk bi 10 salan û bi dehan siyasetmedarên din jî bi dehan salan ceza kirin.

Di dozê de 18 ji wan girtî 108 kes dihatin darizandin û dadgehê bi giştî 407 sal û 7 mehan ceza li 24 siyasetmedarên HDPyê birî. Dadgehê herwiha dema girtîbûnê ya siyasetmedarên HDPyê  Ayla Akat Ata, Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel, Ayşe Yagci û  Meryem Adibellî  ku  ji dozê girtî dihatin darizandin, li ber çav girt û tevî ku navbera 6 heta 12 sal cezayê girtîgehê wergirtin jî biryara tehliyeya wan da.

Herwiha derbarê 12 kesên din jî ji hemû tohmetan biryara beraetê hat dayîn.

Îro dozgeriyê îtîrazî  biryarên dadgehê yên beraet û tehliyeyê yên derbarê siyasetmedarên HDPyê kir.

Îtiraza dozgeriyê

Dozgeriyê di îtîraza xwe de got, “Em daxwaz dikin ku biryarên beraet û tehliyeyê yên derbarê bertawanan de hatine dayîn careke din li ber çavan bên derbaskirin û derbarê bertawanan de di çarçoveya madeya 100emîn a Yasaya Muhakemeya Cezayan û madeyên berdewamiya wê de biryara girtinê bê derxistin.

Berovajî vê nerînê em daxwaz dikin ku îtîraza me ji aliyê meqamên bilindtir ve bê lêkolînkirin û karên pêwîst ji bo vê yekê bên kirin.”

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê li ser biryarên Doza Kobaniyê axivî

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç îro ragihand ku di Doza Kobaniyê de bi giştî 108 kes dihatin darizandin lê 72 ji wan reviyayî ne û got:

“Jii 36 kesên mayî 18 ji wan girtî ne. 18 ji wan jî bi mercê kontrola dadî dihatin darizandin.

Cezayên 24 kesan hatine ragihandin. Ji bo 12 kesan biryara berdanê hat dayîn.”

Herwiha Tunç got, “Dadgehê bi awayekî serbixwe û bêalî biryar daye.

Em dê li benda pêvajoya dadgehên lênerîn û pêdeçûnê bin.”

Bûyerên Kobaniyê

Protestoyên Kobaniyê ku wekî bûyerên 6-8ê Çiriya Pêşîn jî tên binavkirin, 6-8ê Çiriya Pêşîna 2014an ji aliyê HDPyê û bi beşdarbûna xelkê Bakurê Kurdistanê hatibûn destpêkirin ku armanc ew bû dorpêça li ser Kobanî bi dawî bibe, xeteke mirovî ya alîkariyê li sînor bê vekirin û veguhastina çekan a ji bo DAIŞê li ser sînorên Tirkiyeyê were rawestandin.

Li gorî raporta Komelaya Mafên Mirovan, 7-12ê Çiriya Pêşîna 2014an di encama van bûyeran de bi giştî 46 kesan canê xwe ji dest dabû, 682 kes birîndar bibûn û 323 kes jî hatibûn desteserkirin.

Herwiha li gorî amarên ajansa fermî ya Tirkiyeyê yên wê demê zerer gehiştibû hezar û 113 avahiyan jî.

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de 18 kes ji wan bi awayekî girtî, 108 kes ji Doza Kobaniyê hatin darizandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst