Polîsekî çawîşekî pispor kuşt

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Osmancikê ya bajarê Çorumê yê Tirkiyeyê, polîsekî çawîşekî pispor kuşt.

Li gorî agahiyan polîsê bi navê Huseyîn Çoldur li kolanê çawîşê pispor ê teqawîdbûyî yê bi navê Fatîh Afacan (40) bi guleya demançeyê birîndar kir.

Tîmên tenduristiyê Fatîh Afacan rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Osmancikê lê ew nefilitî.

Huseyîn Çoldur piştî bûyerê xwe radestî polîsan kir.

Li gorî agahiyan, her du berê cîranên hev bûne û di navbera wan de pisgirêk hebûne.