Her 15 wezîrên AK Partiyê wek parlamenter hatin hilbijartin

17-05-2023
RÛDAW
Di encama hilbijartinan de her 15 wezîrên berbijêr, rêjeya pêwîst a dengan bidest xistn û bûne parlementer.​
Di encama hilbijartinan de her 15 wezîrên berbijêr, rêjeya pêwîst a dengan bidest xistn û bûne parlementer.​
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê AK Partî Wezîr Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di dema destnîşankirina berbijêrên partiyan de, AK Partiyê biryar da ku endamên encûmena wezîran, ango kabîneya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî bikin berbijêr. Di encama hilbijartinan de her 15 wezîrên berbijêr, rêjeya pêwîst a dengan bidest xistn û bûne parlementer.

Ew hemû 15 wezîrên ku AK Partiyê li parêzgehên cuda yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kiribûn berbijêr, wek parlamenter hatin hilbijartin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ku bûye parlamenterê AK Partiyê yê Stenbolê got, di gera duyem a hilbijartinê de tişta ji destê wan bê dê bikin bo serxistina Recep Tayyip Erdogan.

Suleyman Soylu dibêje: “Li beramber 21 sal xizmeta wî, em di van 11 rojan de ciddî kar dikin, dikevin tevgerê û ranawestin.”

Herwiha Wezîrê Jîngeh û Jêrxana Tirkiyê Murat Kurum jî bû parlamenterê AK Partiyê yê Stenbolê.

Murat Kurum di dema erdheja Sibata îsal a Mereşê de ku zêdetir li navçeya Erdhejê xuya dikir, roja Sêşemê li Stenbolê sipasiya mexdûrên erdhejê kir.

Wezîrê Jîngeh û Jêrxana Tirkiyê Murat Kurum jî got: “Ew birayên me ku bê mal in û niha di jêr çadir û konteyneran de dijîn, peyameke girîng dan Tirkiyê. Wan bi wê piştgiriyê rêzdar serokkomarê me pêşan dan ku bi rastî serkeftî ye ne xewn û xeyal.”

Hevdem Alîkarê Serokkomarê Tirkiyê Fuat Oktay li Enqerê serkeftin bidest xist û bû parlamenter. Li gor encamên destpêkê, di hilbijartinê de AK Partî bi birina 269 kursiyan wek hêza yekem a Tirkiyê ma; hevpeymaniya wê jî bi birina 322 kursiyan ji 600 kursiyên parlamentoyê piranî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst