Di dîroka parlamentoya Tirkiyê de nûnertiya jinan di asta herî bilind de ye

Hewlêr (Rûdaw) - Di dîroka Komara Tirkiyê de, nûnertiya parlamenterên jin jinan di Heyama 28mîn a parlamentoyê de nûnertiya parlamenterên jin derket asta herî bilind. Rêjeya parlamenterên jin ku di heyama 27mîn a parlamentoyê de ji sedî 17,1 bû, di vê heyamê de bo ji sedî 20,1 zêde bû.

Di vê heyama parlamentoya Tirkiyê de rêjeya nûnertiya parlamenterên jin di siyasetê de zêde bû.

Li gorî encamên ne fermî y ên Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê ya Heyama 28an, ji 600 parlamenterên 121 jin in û 479 jî mêr in.

Rêjeya nûnertiya jinan ku di parlamentoya  heyama 27an de ji sedî 17,1 bû, di vê heyamê bo ji sedî 20,1 zêde bû.

121 parlamenterên hatin hilbijartin

Weke rêje herî zêde parlamenterên jin ji Partiya Çepên Kesk derbasî parlamentoyê bûn. Piştî Partiya Çepên Kesk jî partiyên ku herî zêde parlamenterên jin şandine parlamentoyê, AK Partî, CHP, ÎYÎ Partî û MHP bûn.

Ji AK Partiyê 50 parlamenterên jin, ji CHP û Partiya Çepên Kesk her yekê 30 parlamenterên jin, ji ÎYÎ Partiyê 6 parlamenterên jin, ji MHPê 4 parlamenterên jin, ji Partiya Karkerên Tirkiyê jinek bo parlementoyê hatin hilbijartin. Bi giştî 121 parlamenterên jin diçin parlamentoyê.

Li 31 parêzgehan parlamenterên jin dê nûnertiyê nekin

Di parlamentoya heyama 28mîn de dê ji 31 parêzgehan ti parlamenterên jin tunebin.

Li bajarên weke Semsûr, Aksaray, Amasya, Erdexan, Artvîn, Bayburt, Bîlecîk, Çewlîg, Bolu, Burdur, Çanakkale, Çorum, Xarpêt, Erzincan, Gumuşhane, Îdir, Karabuk, Karaman, Kirikkale, Kirklareli, Kirşehir, Kilîs, Kutahya, Nide, Rîze, Sînop, Tokat, Uşak, Yozgat û Zonguldak dê ji aliyê parlamenterên jin ve li parlamentoyê neyên temsîlkirin.

Du parlamenterên herî ciwan jî jin in

Endamên herî ciwan ên Parlamentoya Serdema 28an jî  jin in. Parlamentera AK Partiyê ya Enqerê Zehranur Aydemir 25 salî ye û Parlamentera Stenbolê ya AK Partiyê Rumeysa Kadak jî 27 salî ye.