Erdogan bang li ciwanan kir

17-05-2023
RÛDAW
Nîşan ‌Hilbijartin 2023 Recep Tayip Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê û berbijêrê serokkomariyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku ciwan di 14ê Gulanê de li îradeya xwe xwedî derketin.

Berbijêrê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan li ser hesabê xwe yê Twitterê bi peyamekê bang li ciwanan kir.

Erdogan ji ciwanan re dibêje, dê pirsgirêkên xwe bi hev re çareser bikin û bi hev re zehmetiyan biqedînin.

Erdogan got: “Birayên min ên ciwan, ez spasiya her kesî ji we dikim ku 14ê Gulanê xwedî li îradeya xwe derketin, li ser sindoqan bijardeya xwe bi awayekî azad nîşan dan û piştgirî dan demokrasiya me. Bi helwêsta xwe ya ji ciwanên cîhanê re dibe mînak, we careke din nîşan da ku bawerbûna gelê me li hember we çiqas di cîh de ye. Ez şanaziyê bi we dikim. Hûn hêviya me ne û temînata siberoja me ya ronî ne. Înşallah hûn ê vî miletê ku dîroka wî bi serkeftinan tejî ye, derxînin asta şaristaniyên hevdem. Ji kerema xwe nehêlin kes bikeve navbera we û xeyalên we, we bêhêvî bike, we bitirsîne û bi jehra xwe we jehrî bike. Qet nehêlin kesayetiyên qure û dîroka wan bi şikestin û têkçûnan tejî ne we bikşînin nav tarîtiya xwe ya qirêj. Em ê pirsgirêkên xwe bi hev re çareser bikin, em ê bi hev re zehmetiyan biqedînin. Em ê êşên xwe bi hev re parve bikin û di serkeftinan de bi hev re bextewer bibin. Bi hêviya ku em ê dîsa bi hev re rojên xweştir bibînin. Birayên min ên ciwan ez di 28ê Gulanê de ji piştgiriya we ya xurt bawer dikim.”

Hilbijartina serokkomariyê dê 28ê Gulanê di navbera Erdogan û Kemal Kiliçdaroglu de dubare bê kirin.

Roja Yekşemê 14ê Gulanê hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê li Tirkiyê hatin lidarxistin.

Li gor encaman, Bebrijêrê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu %44.89 dengan û Berbijêrê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan jî %49.50 dengan bi dest xistine, herwiha Berbijêrê Hevpeymaniya ATA Sînan Ogan jî %5.17 dengan bidest xist.

Lê ji ber ti yek ji berbijêrên sereke, Kiliçdaroglu û Erdogan nekarîn rêjeya 50+1 misoger bikin, hilbijartina serokkomariyê derbasî gera duyem bû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst