10 ciwanên li ber avahiya YSKê hatibûn desteserkirin hatin berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî hilbjartinên 14ê Gulanê hinek alî ji encamên hilbijartinan nerazî bûn û digotin di sindoqan de hîle hatine kirin. Lewra komeke ciwan li ber avahiya Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn. Ji wan ciwanan 10 kes ji aliyê polîsan ve hatibûn desteserkirin, lê piştî îfadeyê hatin berdan.

Di hilbjartinên 14ê Gulanê yên Serokkomariyê û Parlementoyê yên Tirkiyê de, aliyên ku ji encaman nerazî hene û dibêjin; encamên îmzeyên şil ên hatine tomarkirin û encamên ku YSKê belav kirine hev nagrin. Bi taybet Partiya Çepên Kesk dibêje; li hinek cihan dengên wan bo MHPê hatine hesibandin.

Wek nerazîbûna li dijî encaman, piştî hilbijartinê hejmarek ciwan li ber Navenda Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê ya li Enqerê dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn.

Êvara roja Sêşemê 16ê Gulanê 10 ji wan ciwanan ji aliyê polîsan ve hatibûn desteserkirin.

Li gor medyaya Tirkiyê, îro piştî ku li navenda polîsan îfadeya wan ciwanan hat wergirtin, her 10 ciwan hatin berdan.