Serokên Hevpeymaniya Millet yekemîn car piştî hilbiajrtinan dicivin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokên 6 Partiyên Hevpeymaniya Millet ji bo nirxandina encamên hilbijartinên 14ê Gulanê û amadekariyên bo gera dûyem a hilbijartina serokkomariyê îro demjimêr 15:00 li navenda giştî ya CHPê dicivin. Herwiha tê gotin ku eger heye hevdîtinek ligel Berbijêrê Hevpeymaniya ATA Sînan Ogan jî bê kirin ku zêdeyî %5ê dengan bidest xistiye.

Di hilbijartinên 14ê Gulanê de ti berbijêrekî serokkomariyê nikarî dengên pêwîst bidest bixe û hilbijartin ma gera dûyem û biryar e di 28ê Gulanê de gera duyem a hilbijartina serokkomariyê bê kirin. Bo wê yekê partiyên siyasî dest bi amadekariyên gera dûyem kirine.

Bi armanca nirxandina hilbijartinên 14ê Gulanê û amadekariyên gera dûyem a hilbijartina serokkomariyê, îro Çarşemê 17ê Gulanê serokên her 6 partiyên opozisyonê yên Hevpeymaniya Millet demijimêr 15:00 dê li Navenda Giştî ya Partiya Gel a Komarî (CHP) bicivin.

Herwiha tê gotin, eger heye ew hevpeymanî li gel berbijêrê Hevpeymaniya ATA Sînan Ogan jî bicive ku di hilbijartinên 14ê Gulanê de zêdeyî %5ê dengan bidest xistiye.

Parlamenterê CHPê yê Îzmîrê û Şêwirmendê Serokê Giştî yê CHPê Tuncay Ozkan derbarê civîna îro de ragiahndiye, “Ekrem Beg û Mansur Beg jixwe di nava kampanyayê de ne. Canan Seroka me ya Stenbolê ye. Helbet ew di nava kampanyayê de ye.”

Tuncay Ozkan, diyar kir ku dê mitîngên parêzgehan kêm bên lidarxistin, herwiha dê bi dengderên ku “fikarên wan ên ewlekariyê” hene hevdîtin bên kirin û got, “Em dê ji bo parvekirina rastiyê derî bi derî bigerin.”

Di heman demê de doh 16ê Gulanê serokên partiyên Hevpeymaniya Cumhur jî bi heman armancê bi serokatiya berbijêrê wê hevpeymaniyê Recep Tayyip Erdogan civiyabûn û amadekariyên xwe yên bo gera dûyem nirxandibûn.

Roja Yekşemê 14ê Gulanê hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê li Tirkiyê hatin lidarxistin.

Li gor encaman, Bebrijêrê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu %44.89 dengan û Berbijêrê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan jî %49.50 dengan bi dest xistine, herwiha Berbijêrê Hevpeymaniya ATA Sînan Ogan jî %5.17 dengan bidest xist.

Lê ji ber ti yek ji berbijêrên sereke, Kiliçdaroglu û Erdogan nekarîn rêjeya 50+1 misoger bikin, hilbijartina serokkomariyê derbasî gera duyem bû.