Partiya Çepên Kesk beşeke zêde ya dengên xwe ji dest da

17-05-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Nûnerê YSPê yê YSKê Mehmet Rûştî Tiryakî
Nûnerê YSPê yê YSKê Mehmet Rûştî Tiryakî
Nîşan Partiya Çepên Kesk Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Çepên Kesk li gelek navendên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê beşeke zêde ya dengên xwe ji dest da, li gorî gelek kesan û her wiha parlementerê YSPê, YSPê li Bakurê Kurdistanê qadeke rewa ji CHPê re vekir û ew yek jî şaşiyek bû, li Enqerê jî YSPê kursiyek ku pêştir ji aliyê HDPê ve hatibû bi dest xistin dorand û kursî gihîşte CHPê.

Li gorî encamên helbijartinên 14ê Gulanê Partiya Çepên Kesk li çend metropol û bajarên Tirkiyê rêjeyeke diyar dengên xwe ji dest dane, yek ji wan bajaran jî Enqerê ye, HDPê di hilbijartinên 2018an de li Enqerê bi rêjaya 6.4 ji sedî ya dengan û kursiyek bi dest xistibû lê Partiya Çepên Kesk di hilbijartina 14ê Gulanê de tenê 3.7 ya dengan bi dest xist û kursiya xwe jî ji dest da.

Nûnerê YSPê yê YSKê Mehmet Rûştî Tiryakî anî ziman, “Em ê li ser van mijaran nîqaşan bikin dem hê jî heye, hevserokên me û berdevkên me li ser van mijaran daxuyanî dabûn êdî lazim nake li ser gotinên wan tiştekî din bêjim lê partiya me wê li ser mijarê lêkolînan bike, wê hemû hevalên me van mijaran binirxîne.”

Li Enqerê YSPê kursiyek MHPê du kursî dorandin û herdu kursî jî gehitşine CHPê, li gorî analîzên têne kirin alîgirên YSP dengê xwe dane CHPê yên MHPê jî dane Partiya Zafer, Yusuf Dere weke dengdêrekî Kurd li Enqerê di wê baweriyê de ku YSPê li Enqerê qasî ji bo serokomariyê xebata ji bo Kemal Kilicdaroglu kiriye ewqas ji bo berbijêrên xwe xebat nekiriye.

Dengdêrekî ji Enqerê Yusuf Dere got, “Dema em li HDP (YSP) dinêrin xuya ye ku kursiya xwe da CHPê, li gorî stratejiya heyî li Enqerê destkefta herî zêde ya CHPê ye. AK Partî kursiyên xwe parastin lê dengê wê hinekî kêm bûn, îhtimal heye di hilbijartinên pêş me dengên wê kêmtir jî bibin.”

Ji 36 kursiyên bazineya Enqerê AK Partiyê 15, IYI Partiyê jî 5 kursiyên xwe parastin CHPê ji 10 kursiyan gihîşte 13 kursiyan, 5 kursiyên MHPê jî daketine 3 kursiyan û YSPê jî çi parlementer bi dest nexistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst