Ji Bahçelî daxuyaniya derbarê konsera Aynur Dogan

17-05-2022
RÛDAW
Nîşan MHP Devlet Bahçelî Aynur Dogan Hunermenda Kurd Kemal Kiliçdaroglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî derbarê betalkirina konsera hunermenda Kurd Aynur Dogan de axivî û ji ber piştgiriya Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kilişdaroglu bo wê hunermenda Kurd, Kiliçdaroglu kir hedef û bi tundî ew rexne kir.

Şaredariya Derinceyê ku di destê partiya desthilatdar a Tirkiyê AK Partiyê de ye, roja 15ê Gulana 2022 bi daxuyaniyekê konsera hunermenda Kurd Aynur Dogan a 20ê Gulanê bi hinceta “ne guncaw e” betal kir.

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP), Kemal Kiliçdaroglu jî li dijî biryara betalkirina konsera Aynur Dogan derket û li ser hesabê xwe yê Twitterê wek piştgirî strana “Dar Hêjîrokê” ya Aynur Dogan parve kir.

Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu jî li dijî biryarê derket.

Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe de derbarê mijarê de axivî û hunermenda Kurd a navdar Aynur Dogan weke “bi nav hunermend” bi nav kir û îdia kir, ku wê di bin “poster û afîşên terorê” de sitran gotine, weke amaje bi strîna Aynur Dogan di salên berê de li Ewropayê ku poster û afîşên rêberê girtî yê PKKê Abdullah ocalan jî lê hatine bilindkirin.

Serokê Giştî yê MHPê li ser peyama Kiliçdaroglu ya piştî betalkirina konsera hunermenda Kurd Aynur Dogan, bi tundî Serokê CHPê rexne kir û got: “Xwedîlêderketina li destnivîsên bi nav hunermend, zilm e.”

Devlet Bahçelî di axaftinên xwe de got, “Kiliçdaroglu niha baş guhdarî bike. Xwedîlêderketina li nivîsên bi nav hunermend, ku di bin afîşên kujerê zarokan de bi sitran û lavjeyan konseran dide, zilm e. Gotina muzîka Kurdî qedexe ye, parçekirina civakê zilm e, zilm tê vê wateyê ku ji dewletê re bêjî kujer.”

Serokê Giştî yê MHPê derbarê biryara Dadgeha Bilind a Cezayê Giran a Tirkiyê ya derbarê Seroka Rêxistina CHPê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu de jî ragihand, “Piştî biryara derbarê Serokê teşkîlata CHPê ya Stenbolê de, muxatebê me ne serokê têşkîlata parêzgehê ye ku bûye dosyaya sûc, herî dawî jî daraza Tirkiyeyê biryara xwe da û mesele hat girtin.”

Bahçelî diyar kir, “Piştî ku hema biryar hat ragihandin Kiliçdaroglu li Stenbolê bêhna xwe girt û derket ser dika nimayişê. Me digot qey ew dê careke din bi lingê xwe ber bi Stenbolê ve bimeşe, me dît ku newêre. Seroka (CHP) ya parêzgehê Kaftancioglu sivikatî li erkdarê hikûmetê kir, bi eşkereyî heqaret li Komara Tirkiyê kir û wek qatilê rêzê bi nav kir û tawan kir. Wê bi heqareta li Serokomar tawan kir.”

Serokê MHPê bang li Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu kir û jê re got, bi gotina “ji dewletê re gotina kujerê ji rêzê tawan e”, hişmendiya xwe nîşan bide.

Bahçelî got, “Eger hûn bikin, baş e, lê eger hûn nekin, hûn wek şirîkê vê xiyanetê, vî sûcê ku hatiye kirin tên dîtin û hûn nikarin xwe ji sûcê vê bêrûmetiyê dûr bixin. CHP partiya wan kesan bû ku şanaziyê bi qedandina çaryeka goştê beraz di 7 deqîqeyan de dikir.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst