Li Tirkiyê 15 dadwer û dozgerên giştî ji kar hatin dûrxistin

17-05-2022
RÛDAW
Nîşan Cemaeta Gulen Dadwer Dozger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê bi biryara Desteya Dadwer û Dozgeran, 15 dadwer û dozgerên giştî ji kar hatin dûrxistin. Biryar îro Sêşembê 17ê Gulana 2022ê ji aliyê Serokatiya Desteya Dadwer û Dozgeran de di rojnameya fermî ya Tirkiyê de hat belavkirin.

Derbarê sedema dûrxistina wan dadwer û dozgerên giştî de, tê îdîakirin ku ji ber peywendiyên wan ên ligel Cemaeta Fethullah Gulen, ne maqul e li ser pîşeyên xwe bimînin, lewra ji kar hatine dûrxistin.

Hikûmeta Tirkiyê Cemaeta Gulen xistiye lîsteya terorê û wê bi pêkanîna hewla darbeyê ya 15ê Temûza 2016ê tohmetbar dike, lê Cemaeta Gulen vê tohmetê red dike.

Li Tirkiyê ji piştî hewla darbeya 15ê Temûza 2016an ve û heta niha bi hezaran fermandar, serbaz û xwendekarên dibistanên leşkerî û bi dehan dadwer û dozgerên giştî bi tohmeta ku peywendiya wan ligel Cemaeta Gulen heye, hatine girtin an jî ji kar hatine avêtin û dûrxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst