Parêzer Kiliç: Proseya girtina Rawîn Stêrk ji ber rewşa heyî dirêj bûye

17-05-2020
Necmî Orta
Nîşan Rawîn Stêrk Ozcan Kiliç Rûdaw Tora Medyayî ya Rûdawê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ozcan Kiliç, parêzerê peyamnêrê Rûdawê Rawîn Stêrk ragihand ku ji ber tedbîrên rêgirtina li vîrusa koronayê, proseya girtina Rawîn Stêrk dirêj bûye.

Parêzer Ozcan Kiliç derbarê rewşa peyamnêrê me Rawîn Stêrk de ji Rûdawê re ragihand ku ji ber tedbîr û rêkarên rêgirtina li belavbûna vîrusa koronayê, proseya girtina Rawîn Stêrk dirêj bûye.

Ozcan Kiliç tekez kir ku tohmeta ‘endamtiya rêxistinê’ derbarê peyamnêrê me de hatiye rakirin û eger doz bê vekirin, dê tenê li ser postên wî yên li torên civakî bê vekirin.

Parêzer Kiliç amaje bi wê kir ku ji ber tedbîr û rêkarên rêgirtina li belavbûna vîrusa koronaya nû Covid-19, dewama li edliyeyan hatiye ragirtin û tenê 10 rojan carekê dozger tên ser erk û got, “Derbarê Rawîn de heta niha jî dozek nehatiye vekirin. Hefteya derbasbûyî me serîlêdan kir û karûbarên pêwîst pêkanîn û em niha jî li benda vekirina dozê ne. Dema doz hat vekirin, egereke mezin e ku dê Rawîn bê berdan.”

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê Rawîn Stêrk û kameraman Mehmet Şîrîn Akgun, roja 28ê Sibatê di dema rûmalkirina rewşa koçberan de li ser sînorê Yunanê, ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatibûn desteserkirin.

Kameraman Mehmet Şîrîn Akgun, piştî 4 roj ji desteserkirinê hatibû berdan, lêbelê peyamnêrê me Rawîn Stêrk roja 6ê Adarê li Enqerê hatibû dadgehkirin û bi tohmeta ‘endamtiya rêxistinê’ biryara girtinê derbarê wî de hatibû dayîn.

Rawîn Stêrk jî di parastina xwe ya di dadgehê de, amaje bi wê kiribû ku gelek rojnamevan û ajansan zanyariyên cuda derbarê hejmara kuştiyên artêşa Tirkiyê de belav kirine û tekez kir ku wî li gor ajanseke navdewletî posta ‘li Idlibê 21 serbaz winda ne’ belav kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst