Li Parlamentoya parêzbendî tê gotûbêjkirin
Enqere (Rûdaw) - Parlamantoya Tirkiyê îro civînekê lidardixe û pirsa rakirina parêzbendiya parlamantaran gotûbêj dike.
Hejmara wan parlamantarên ku dosyeyên wan bo parlamantoya Tirkiyê hatiye şandin her roj zêdetir dibe û niha dosya 138 parlamantaran hatine şandin.
Roja duşemê 16 dosyayên din ên parlamantar û hevserokên HDPê û Serokê CHPê bo parlamantoya Tirkiyê hatin şandin û niha jî hejmara dosyeyan gihaye 667 dosyeyan.
667 dosye bo rakirina parêzbendiya 138 parlamantarane ku herî zêde derbarê parlamantarên HDPê ne û hejmara wan 405 dosye ne û 192 yên CHPê ne û 46 yên AK Partiyê ne û 20 jî yên MHPê ne û 5 jî yên serbixwe ne.
Ak Partî ji bo parêzbendiya parlamenteran bê rakirin pêşniyarek guhertina Makezagonê ji Parlamentoya Tirkieyê re (TBMM) pêşkêş kiriye.