Li Tirkiyê cara ewil li ser nûçegihaniya kurdî komxebat tê lidarxistin

 

Enqere (Rûdaw) - Li Tirkiyê cara ewil li ser pirsgirêkên nûçegihaniya kurdî dê komxebat bê lidarxistin. Komxebat dê roja 29ê Gulana îsal were sazkirin.

Bi mazûvaniya Ajansa Anadolu (AA) ku ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê ye her wiha tevkariya Zanîngeha Alparslanê ya bajarê Mûşê û Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê li Tirkiyê cara ewil dê li ser pirsgirêkên nûçegihaniya kurdî dê konferansek were lidarxistin.

Di çarçoveya vê xebatê de "Komxebata Pirsgirêkên Nûçegihaniya Kurdî û Pêşniyarên Çareseriyê" dê bê lidarxistin. Komxebat dê roja 29ê Gulanê li paytext Enqerê were lidarxistin.

- Wezîrê Xurek Çandinî û Heywendariyê Mehdî Eker jî dê beşdarî komxebatê bibe.

Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Mehdî Eker, Alîkarê Rektorê Zanîngeha Artukluyê yê Mêrdînê û Rêveberê Enstîtoya Zimanên Zindî Prof. Dr. Qadrî Yildirim û Rektorê Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê Prof. Dr. Nîhat Înanç jî dê beşdar bibin û her yek ji wan dê axatinekê bikin.

Akademîsyenên Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê û Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê di "Komxebata Pirsgirêkên Nûçegihaniya Kurdî û Pêşniyarên Çareseriyê" de dê li ser pirsgirêkên nûçegihaniya kurdî bisekinin, nîqaş bikin û fikr û ramanên xwe dê parve bikin.

Di komxebatê de zehmetiyên weşana bi zimanên din, ji Osmaniyan heta îro çapemeniya kurdî, li derveyî Tirkiyê nûçegihaniya kurdî, di kurdî de ferhenga hevbeş û bikaranîna rastnivîsê, di nûçegihaniya kurdî de pirsgirêkên zimanî û rastnivîsê, rewşa çapemeniya kurdî û pirsgirêkên nûçegihaniyê û gellek mijarên din dê bên nirxandin.