Bijîşka Onder: Ji bo tedawiyê pêwîstî bi demeke dirêj heye

17-04-2025
RÛDAW
Nîşan Sirri Sureyya Onder Çavlan Çîftçî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rektora Zanîngeha Zanistê ya Demirogluyê Prof. Dr. Çavlan Çîftçiyê diyar kir, Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onde bersivê baş dide hişyariya ku wî diêşîne û dengan dibihîze lê ji bo pêvajoya tedawiyê pêwîstî bi demeke dirêj heye.

Pêr bi şev krîza dil li endamê Heyeta Îmraliyê û Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder da.

Onder Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ya Stenbolê hat emeliyatkirin.

Prof. Dr. Çavlan Çîftçiyê li ser rewşa tenduristiyê ya Onderê ku tedawiya wî di beşa nexweşên giran de dewam dike, li pêşiya nexweşxaneyê daxuyanî da.

“Li gorî me dê baş bibe”

Çîftçiyê diyar kir ku rewşa giştî ya Onder, îro li gorî duh pir baş e û wiha dewam kir:

"Nexweşê me bersivê baş dide hişyariya ku wî diêşîne. Dengan dibihîze û hin bertekên ku li gorî me watedar in jî nîşan dide.

Ev ji bo me gelekî erênî ye. Lê ji ber ku nexweşê me bi cîhazê ECMOyê ve ye, em nikarin ji bo rewşa wî ya norolojîk tiştekî bibêjin.

Demeke dirêj ji me re lazim e lê li gorî me wê baş bibe. Metirsiya wî hîn jî dewam dike.

Heta ku îhtimala girtina enfeksiyonê hebe, her dem metirsiya nexweşekî beşa nexweşên giran jî dewam dike û ev rîska me ji bo Onder jî pir zêde ye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst