RAPIRSÎ - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pirsgirêka herî mezin çi ye?

17-04-2025
RÛDAW
Nîşan Yoneylem Rapirsî Pirsgirêk Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Navenda Lêkolînên Civakî ya Yoneylemê, pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê krîza aborî ye.

Navenda Lêkolînên Civakî ya Yoneylemê encamên rapirsiya ku di navbera 9 û 12ê Nîsanê de li 81 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bi 2 hezar û 400 kesan re kiribû eşkere kirin.

Ji kesên ku beşdarî rapirsiyê bûne 6 pirs hatine kirin.

Li gorî rapirsiyê, pirsgirêka herî mezin a Tirkiye û Bakurê Kurdistanê krîza aborî ye û bêdadmendî di rêza duyem de ye.

 Ji sedî 44,4an a xelkê dibêje ku pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê krîza aborî ye û ji sedî 25,1 jî dibêje bêdadmendî ye.

Ji kesên ku beşdarî rapirsiyê bûne, pirsa hilbijartina serokkomariyê û hilbijartina giştî jî hatine kirin.

Îmamoglu li pêş Erdogan e

Di hilbijartina serokkomariyê de Ekrem Îmamoglu bi rêjeya ji sedî 48 yekem û Recep Tayyîp Erdogan bi rêjeya ji sedî 39 di rêza duyem de ye.

Li gor rapirsiyê, CHP partiya yekem e û eger vê yekşemê hilbijartin bê kirin dengên partiyan wiha ne:

CHP: 36,1

AK Partî: Ji sedî 32,5

DEM Partî: Ji sedî 8,7

MHP: Ji sedî 7,9

ÎYÎ Partî: Ji sedî 4,2

Partiya Zaferê: Ji sedî 3,8

Yenîden Refah: Ji sedî 2,8

Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP): 1,2

Partiya Anahtarê: Ji sedî 1,1

Yên din: Ji sedî 1,7

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst