Parlamenter bûn şaredar: Hejmara kursiyan bû çend?

17-04-2024
RÛDAW
Nîşan Parlamentoya Tirkiyeyê CHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di hilbijartinên xwecihî de 4 Parlamenterên CHPyê bûn şaredar û hejmara kursiyên wê daket 125an û hejmara giştî ya kursiyên Parlamentoya Tirkiyeyê jî daket 594an.

Di hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adarê de Parlamentera Afyonakarahîsarê ya CHPyê Burcu Koksal, Parlamenterê Semsûrê yê CHPyê Abdurrahman Tutdere, Parlamenterê Kastamonuyê yê CHPyê Hasan Baltaci û Parlamenterê Kirikkaleyê yê heman partiyê wekî şaredarên wan bajaran hatin hilbijartin.

Piştî ku şaredarên CHPyê dest bi erkê xwe yê nû kir, erkê wan ê parlamenteriyê bi dawî hat û hejmara kursiyên CHPyê ku 129 bû daket 125an.

Li aliyê din Parlamenterê Kocaeliyê yê MHPyê ku ji partiya xwe îstîfa kiribû derbasî partiya xwe bû û hejmara kursiyên MHPyê careke din bû 50 kursî.

Bi derbasbûna Sancakli ya MHPyê hejmara parlamenterên serbixwe yên li Parlamentoya Tirkiyeyê daket 5an.

Piştî ku Parlamenterê Partiya Saadetê Hasan Bîtmez canê xwe ji dest da, parlamenteriya Parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) bi dawî hat û 4 Parlamenterên CHPyê jî bûn şaredar niha hejmara endamên Parlamanetoya Tirkiyeyê daket 594an.

Niha belavbûna kursiyên parlamentoyê bi ser aliyên siyasî de wiha ye:

AK Partî: 265

CHP: 125

DEM Partî: 57

MHP: 50

ÎYÎ Partî: 38

Partiya Saadetê: 20

Partiya DEVAyê: 15

Partiya Yenîden Refahê: 4

HUDA PAR: 4

Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP): 3

Partiya Demokrat: 3

Partiya Kedê (EMEP): 2

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP): 2

Partiya Çep a Demokratîk: 1

Parlamenterên Serbixwe: 5

Bi giştî: 594 Parlamenter

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst